Bi hiceta ku ‘piştgirî da serhildanan’ mûçeyê mamoste Azin Movaheda nayê dayîn

Mamosteyê dibistana hunerên ciwan a Tahrana Îranê Azin Movaheda, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal di parvekirina xwe de diyar kir ku ji ber piştgirî daye serhildanên gel û xwendekaran muçeyê wê nehatiye dayîn.

Navenda Nûçeyan - Hikumeta Îranê, bi mehan e li seranserê welat li kesên ku piştgirî didin sehildanan gefan dixwe. Bi hinceta ku ji ber piştgirî daye serhildanan mûçeyê mamosteyan nayê dayîn, yek ji van jî Azin Movahed e.

‘Dê daxwazên me yên ji bo lêgerîna mafan berdewam bikin’

Yek ji mamosteyên dibistana hunerên ciwan a Tahranê û profesor Azin Movahed li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bi belgeya ku parve kiriye aşkera kir ku mûçeyê wê nayê dayîn. Azin Movahed li ser malpera xwe ya şexsî nivîsek weşand û ji ber piştgirî daye serhildanên xwendekaran mûçeyê wê nayê dayîn û di parvekirina xwe de wiha nivîsand: “Li gorî dîtinan rayedarên zanîngeha Tahranê, di van salan de ji bo qada zanîngehê biparêzin û mafên xwendekaran biparêzin û welat di qada çand û hunerê de were pêşxistin hemû hewldanên ku tên kirin ji nedîtî ve tên. Di riya lêgerîna mafan de rastî gotin û gefan hatine, di pêvajoyên perwerde û çandê de her dem bi awayek nebaş rastî mudexeleyê hatine. Hemwelatî dema ku êşê dikşînin jî mafê wan tên dizîn. Bila ew gefên xwe berdewam bikin lê dê daxwazên me yên bi êş ên ji bo mafên me berdewam bikin.”