Bi hezaran zarok ji ber êrişên dewleta Tirk nikarin bixwînin
Berdevka Rêveberiya Xweser a Rêvebirina Dibistanên navçeya Zirganê Şêrîn Ebdo bal kişand êrişên dewleta Tirk ê li ser heremê, destnîşan kir ku ji ber êrişan bi hezaran zarok nikarin bixwînin.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê-Di zagonên navneteweyî de perwerdeya bingehîn, berî her tiştî "mafeke mirovî yê bêdestûr" temsîl dike. Ev rastiyek e ku bi referansa belgeyên hiqûqa navneteweyî yên wekî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan (1948) û Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Mafên Zarokan (1989) tê piştrastkirin. Ji ber vê yekê, mafê perwerdeyê weke mafek tê dîtin ku divê di her şert û mercî de bikeve bin temînatê û di her rewşê de were parastin.
Zirgan yek ji wan navçeyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li wir dewleta Tirk ji ber bêdengiya hêzên hegemon û hevkariya wan de sûcên şer pêk tîne. Di bin navê parastina ewlehiya sînorên xwe, zagonên navdewletî binpê dike, dibistanan topbaran dike û şagirtan ji xwendinê pêpar dike, ruxmî ku qanûna navneteweyî girîngî dide vê xalê û girîngiya parastina wê aniye ziman.
48 dibistan ji ber êrişên rojane rawestiyane
Li Zirganê 81 dibistan hene, 33 aktîf in, 10 di xeta agir de ne, 5 jê hatine topbarankirin û ji bo perwerdeyê nabin, 33 jî di bin dagirkeriyê de ne. Li gorî Rêveberiya Rêvebirina Dibistanan a navçeyê berî êrîşên dagirkeriyê 8 hezar û 200 şagirt hebûn, 6 hezar 300 ji xwendinê hatine bêparkirin û 2600 niha di 33 dibistanan de perwerdeyê dibînin. Her wiha 38 zarok di baxçeyê zarokan (Baxçeyê Hêviyên Pêşerojê) de bûn. Hêjayî bibîrxistinê ye ku baxçeyê zarokan tekane baxçe li navçeyê ye û ew jî îsal hatiye topbarankirin.
Têkildarî vê mijarê Berdevka Xweser a Rêvebirina Dibistanên Zirganê mamoste Şêrîn Ebdo axivî.
Qada perwerdeyê di dorpêça êrîşan de ye
Şêrîn Ebdo got ku êrîşên dewleta Tirk tenê di warê leşkerî de sînordar nemane û wiha behsa bandora li ser qada perwerdeyê jî kir: "Ligel êrîşên li ser sivîlan û qadên jiyanî, civakî, tenduristî qada perwerdeyê jî zirar dît, mînaka herî berbiçav a hovîtiya dewleta Tirk a dagirker topbarana baxçeyê zarokan bû ku di vir de zarokên ji 3 heta 6 salî perwerde didîtin. Hejmarek pir mezin ji zarokan ji ber zirarên ku gihîştin dibistan û baxçeyê wan, ji xwendin û perwerdeyê bêpar mane. Hewldan ji bo ji nû ve avakirina baxe hat kirin lê ji ber ku zirar pir mezin e û navçe her dem bi êrîşan re rûbirû dimîne, em nikaribûn bigihîjin encamekê. Armanca me bi avakirina baxçeyê zarokan ew bû ku nifşên nû bi awayekî perwerdekirî mezin bibin."
‘Diviyabû qadên perwerdeyê ji cihên şer dûr bin’
Şêrîn Ebdo da xuyakirin ku dewleta Tirk li dijî zanîn û perwerdeya herêma wan e û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Her gava ji bo pêşxistina sîstema perwerdeyê hatiye avêtin, dewleta Tirk jê re bûye astengî. Ev êrîş bi binpêkirinên li dijî zagonên navdewletî yên der heqê perwerdeyê de hatine derxistin û îmzekirin. Bêdengî û bêhelwestiya civaka navdewletî li hemberî binpêkirinên qada me, cihê mixabinî û rexneyê ye. Ji ber ku cihên perwerdeyê divê ji şer dûr bin, bi taybetî cihê zarokan."
'Li 190 welatan dixebite lê ji bo zarokên welatê me bê bersiv in'
Şêrîn Ebdo bang li sazî û dezgehên pêwendîdar yn perwerdeyê û mafên zarokan kir ku demdildest çareseriyê bibînin û wiha got: "Bêdengiya li hemberî binpêkirina qada perwerdeyê bi xwe sûc e. Ji lewre îro erkê wan sazî û rêxistinên navdewletî yên ku bi mafê zarokan bang dikin ku êrîşên dewleta Tirk jiyana zarok û şagirtan dixe xeteriyê rawestînin. UNICEF’a ku li zêdetirî 190 welat û deveran, dixebite, ji bo zarokên welatê me, xetera li ser jiyana wan me tu bersivek ji aliyê wan negirtiye."
'Pênûsa zanistê li hemberî çeka qirkirinê têdikoşe'
Şêrîn Ebdo got ku ew ê li hemberî êrîşan bê bersiv û destgirêdayî nêz nebin û wiha pêl da gotinên xwe: "Ruxmî hemû zor û zehmetiyan, êrîş û xeteriyan em ê sîstema xwe ya perwerdeyê bidomînin û saziyên xwe yên perwerdeyê ji nû ve ava dikin lê ev nayê wê wateyê ku em naxwazin êrîşên dewleta Tirk werin rawestandin divê êrîş werin rawestandin û qadên perwerdeyê ji cihên şer werin dûrxistin. Divê qadeke bi ewle li gorî temen û derûniya zarokan were veqetandin. Di dawî de ew ê pênûsa zanistê li hemberî çeka qirkirinê bi ser bikeve."