Bi hezaran şeniyên kantona Reqayê komploya navneteweyî şermezarkirin

Bi hezaran şêniyan li Reqayê bi armanca şermezarkirina Komploya ya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan. Di meşa mezin de soza mezinkirina têkoşînê bidestxistina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat dayîn.

Reqa- Bi hezaran şêniyên kantonên Tebqa, Dêrazor û Reqayê, nûnerên rêveberiya xweser a her sê kantonan, Partiya Sûriya Pêşerojê, Kombûna Jinan a Zenûbya, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd tev li meşê bûn.

Meşa li ser bangawaziya Însiyatîfa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hat lidarxistin, ji qada Navenda Perwerdeyê ya li bajarê Reqayê dest pê kir. Meşvanan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên "Azadiya fîzîkî ji Rêber Abdullah Ocalan re, tunekirin ji dagirkeriya Tirk re" hildan û sloganên "Na ji tercrîdê re", "Ji Serok re azadiya fîzîkî", "Bê Serok jiyan nabe" û "Tirkiya faşîst" berz kirin.

Meş li Stada Beledî veguherî mitingê. Di mitingê de Hevseroka Meclisa Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Reqayê Latîfa El Hesen got: "Rêber Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe ya bêhempa, komplo têk bir. Ramanên wî li her derê cîhanê belav bû. Di nava ciwanên Rojhilata Navîn de bûye mijara nîqaşê. Ev bi xwe tê wateya binkeftina komployê."

Latîfa El Hesen soz da ku heta dawiyê li ser şopa ramanên Abdullah Ocalan li ber xwe bidin û tê bikoşin û wiha domand: "Em ê bibin agirê ku dewleta Tirk a faşîst û tevahî dewletên komploger, bişewitîne."

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya Xûd El Îsa ev meşa girseyî, li ser baweriya xurt a bi ramanên Rêberê Gelê Abdullah Ocalan û têkoşîna wî delîl e û got: "Têkoşîna gelên bindest û jinan ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam e. Ev têkoşîn ji bo azadiya gelan û pêşerojeke baştir ji tevahiyan re ye."

Di dawiya mitingê de komên Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan berhemên xwe pêşandan.