Bi hezaran şêniyên kantona Cizîrê beşdarî meşa rûmetê bûn
Bi dirûşma "Li dijî dagirkeriyê û bêbextiyê meşa rûmetê" bi hezaran şêniyên kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê meşiyan û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin.
Qamişlo – Her roj bi çalakiyên cuda gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên li ser xaka Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk ve ku ji 23’ê Nîsanê de despêkiriye û heta roja me ya îro berdewamin, li qada ne. Îro bi hezaran şêniyên kantona Cizîrê – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Li dijî dagirkeriyê û bêbextiyê meşa rûmetê" li dijî êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê meşiyan û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alê Rêxistina Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokratîk û Partiya Sûriya Pêşeroj hatibû hildan. Meş ji çerxerêya Osman Sebrî ya taxa Xerbî despêkir û ber stadyoma 12’êAdarê ya bajarê Qamişlo veguherî mîtingê.
"Bi helwesta neteweyî em ê bikaribin li pêşiya şerê navxweyî bisekinin"
Piştî deqeyek rêzgirtin, Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Asya Abdullah banga aliyên Başurê Kurdistanê kir ku divê bi helwestek neteweyî, bikaribin li pêşiya şerê navxweyî bisekinin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Bi rojane gelê Rojava li dijî êrîşên dewleta tirk li hember axa Başurê Kurdistanê li ser piyanin. Em ê herdem û her kêlî li dijî êrîşên wiha, dengê xwe bilind bikin. Divê em weke gelê kurd têkoşîna siyasî, civakî û yekîtî li hember dagirkeran bimeşînin. Şervanên azadiyê yên ku îro axa Başurê Kurdistanê diparêzin hemû ewladên vê gelê ne. Pêşmerge îro derdor şervanên me çemberek avakirine û dixwazin şerê navxweyî pêk were. Dewletên ku dihêle ev şerê navxweyî di nava kurdan de çêbibe wê neyê efûkirin. Ji ber îro asta zanista kurdî li Kurdistanê bilind e. Êdî bi hinek axaftinan kes nayê xapandin. Em çiqas rê li ber şer bigirin em ewqas neteweyîne. Em têkoşîn, helwest û berxwedana gelê Rojava pîroz dibînin. Em ê bi hev re vê têkoşînê berdewam bikin heta ku dagirkeriya dewleta tirl li axa me derkeve. Banga me ji hemû gelê Kurdistanê, hêzên siyasî û tevahî sazî û rêxistinên Başurê Kurdistanê re heye ku li hember êrîşan xwedî helwestbin. Bi helwestên netewî, em ê bikaribin li pêşiya şerê navxweyî bisekinin."
"Tekoşîna li hemberî dagirkeriyê didome"
Endama Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Xaliya Eyûp êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Îro em bi vê meşê piştevaniya şervanên azadiyê dikin. Em ji hemû saziyên mirovî û navneteweyî re dibêjin ku êdî em nema bangawaziya xwe ji were pêşkêş dikin, ji ber em gelê kurd îro besî xwe hene. Em ê bi îrade û hêza xwe mafê xwe bi destê xwe bigirin û têkoşîna xwe mezin bikin. Îro em bi saya şervanên azadiyê hene, loma dijmina azadiya me pir bûne û gelek pilanên qirêj li hember me pêk tînin. Gelek dewlet destê xwe dixin destê dijminê me û dixwazin gelê kurd qir bikin. Lê em li hember van pilanên qirêj bêdeng namînin û em ê heta dagirkeriyê têk bibin em ê têbikoşin."
"Welatiyên Rojava banga xwedîderketina rûmetê dike"
Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zehra Semo bertekên xwe wiha anî ziman: "Îro em weke pêkhateyên herêma Cizîrê beşdarî meşa girseyî li dijî êrîşên dewleta tirk li hember axa Başurê Kurdistanê bûne. Îro Welatiyên Rojava bi yek deng û helwestî li dijî êrîşên dewleta tirk li qadanin û banga rûmetê dikin. Dewleta tirk di her firsendê de êrîşî gelê kurd dike û dixwaze gelê kurd qir bike. Îro bi hezaran kurd daketine qadan û bi yek dengî ji dewleta tirk re dibêjin tu nikarî me qir bikî, em hene û em ê hebin. Peyamê min ji hemû kesên azadîxwaz re heye ku li hember vê pilana qirêj bêdeng nemînin. Êrîşên dewleta tirk li hember axa me ne îro ye, herdem êrîşî destkeftiyên me dike. Her wiha em bêdengiya hikûmeta Iraqê jî bi tundî şermezar dikin. Ev bêdengî dide diyar kirin ku dewleta tirk desteka herî mezin ji hikûmeta Iraqê digire. Em cardin banga tevahî gelê kurd dikin ku bila rabin û êrîşa dewleta tirk li hember axa xwe qebûl nekin."