Bi hezaran şêniyên Hesekê 4' Nîsanê pîroz kirin

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê Kurd, Ereb û Suryanan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi şahiyek bi heybet pîroz kirin.

Hesekê- Bi boneya 4’Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan duho şev bi hezaran pêkhateyên Hesekê berê xwe dan Hola Serdem a taxa Mişêrfê û şahiyek li dar xistin. Hola Serdem bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên pîrozbahiyê hatibû xemilandin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê şêniyên bajarê Hesekê Fîdan Seydo teqez kir ku serkeftina Kurdan li bakurê Kurdistanê û bidestxistina deskeftiyên pîroz mirov kêfxweş dikin û wiha got: "Rojbûna neteweyek, felsefeyek, şoreşa jinan e. Em rojbûna rêber Ocalan li tevahî gelan pîroz dikin. Bi hebûna rêbertî em bûn xwedî hêz li hemberî zihniyeta desthilatdar. Bi zihniyeta azadiya jinan em ê bikaribin bigihîjin azadiya rêber Apo. Tenê têkoşîn wê azadiyê misoger bike."

Bi stran û helbestan 4’ê Nîsanê pîroz kirin

Li ser navê Akademiya Zanistên Civakî Şervan Xebat, Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pîroz kir û wiha anî ziman: "4'ê Nîsanê ronahiya cîhanê ye. Em ê bi belavkirina fikir û felsefeya azad bi ser bikevin û civaka xwe ji zihniyeta desthilatdar rizgar bikin."  

 Di dawiyê de koma Tolhildan derket ser dikê û stranên xwe got. Şahî bi helbestên Ferhad Merdê û şahî bi dawî bû.