Bi hezaran koçberên ji Şehba û Til Rifetê li Reqayê hatin bicihkirin

Li Kantona Reqayê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 55 dibistan ji koçberên Heleb û gundewarên wê re hatin vekirin.

SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM

Reqa – Piştî êrişên di 27’ê Mijdarê de li dijî kantona Efrîn Şehbayê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên bi navê Heyet Tehrîr El Şam hatin destpêkirin, hêzên hikûmeta Şamê yekser xwe vekişandin û kantona Şehbayê radestî çeteyan kirin. Li ser daxuyaniya Meclisa Gel a Şehbayê gel biryar da ku ji herêma di bin dorpêça çeteyan de maye derkevin û biçin cihekî bi ewle. Ji Şehba, Til Rifet û gundewarên Helebê gel berê xwe da herêmên bi ewle yên Rêveberiya Xweser.

Ji bo pêşwazîkirina koçberan şaneya krîzê li 55 dibistanên li Reqayê û gundewarên wê vekirin ji bo koçber bi rengekî demkî lê bimîinn heta ku navendên bicihbûnê ji wan re werin amadekirin. Hêjayî gotinê ye ku bi hezaran malbat li Şehba û Til Rifetê asê mane û hewl didin berê xwe bidin herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

‘Dibêjim qey xewnek e’

Edla Cedîl a ji bajarê Helebê koçber bûye behsa tiştên jiyane kir û wiha got: "Ez dibêjim qey di xewnek de me. Min pêşbînî nedikir ev êriş pêk bên. Ji dema krîza Sûriyeyê dest pê kiriye ve heta niha me rehetî û ewlehî nedîtiye. Em ji gelê Sûriyeyê hêvî dikin destên xwe bidin hev û bi zehmetiyan re têbikoşin. Ez li Helebê bûm. Min serdana bijîşk dikir lê di şev û rojekê de me nizanibû çi çêbû, ji ku derê hatin. Me digot qey em di kabûsek de ne û xewnek e wê bi dawî bibe. Lê belê di rastiyê de me dît li pey van planan giştî çeteyên dewleta Tirk a dagirker hene. Sebra me ji koçberkirina bi darê zorê re nemaye. Em nema dikarin êş û azaran bikşînin. Me birçîbûn û dorpêç jî dît. Zarokên me nexweş dikevin ji her tiştî ditirsin."

‘Ji ber êrişa hovane ya çeteyên dewleta Tirk çend rojan em bê xwarin û vexwarin man’

Der barê dorpêça dijwar de jî jina ji Şehbayê koçber bûye Fereh Silêman got: "Ji ber êrişa hovane ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker û gelek êrişên bi topan em hatin dorpêçkirin û hemû dergeh heta çend rojan li ser me hatin girtin. Em bê xwarin û vexwarin man. Ji bo parastina malbat û zarokên me ji van xeteriyan em neçar man koçberî Reqayê bibin."

Koçbera bi navê Qedîfe Salih Nebo jî wiha got: "Di sala 2018’an de ez ji gundê Celme yê girêdayî navçeya Cindirêsa Efrînê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker reviyam û me berê xwe da Şehbayê. Îro careke din em bi darê zorê ji bajar derketin. Her wiha çeteyan nehiştin em derkevin û berê xwe bidin herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê belê piştî lihevkirinan em bi zehmetiyeke mezin derketin."

‘Me ji bo koçberan dibistan amade kirin’

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê Zuleyxe Ebdî got: "Dema Rêveberiya Xweser seferberî ragihand ji bo xelkên ji Heleb û gundewarên wê pêşwazî bike Desteya Perwerde û Fêrkirinê di nava meclisa cîbicîkar de li Reqayê dibistan amade kirin her wiha em yekser bi bazarên şaredariyê, saziyên av û kehrebeyê re ketin nav têkiliyê ji bo van dibistanan amade bikin ji bo xizmetên tê de baş bin."

‘Heta hefteyekê ji ber koçber li dibistanan hatine bicihkirin dê xwendekar neçin dersan’

Der barê hejmara koçberên bi darê zorê ji bajarên xwe ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatine got: "Heta niha serjimariyeke rast a koçberên li bajarê Reqayê tune ye, lê belê ji deh hezaran zêdetir ji Helebê hatine. Di dema niha de jî ev hejmar di dibistanên bajêr de tên pêşwazîkirin. Hejmara dibistanan 52 ye li ser asta bajêr. Her wiha li kêleka wê 3 dibistan li ser xeta Kesrat in. Ev hemû dibistan, ji bo nêzî 48 hezar xwendekaran heta hefteyekê hatine girtin ji bo xelk werin pêşwazîkirin heta ku navendên stargehan ji aliyê şaneya krîzê ve werin amadekirin."

Zuleyxa Ebdî di berdewamiya axaftina xwe de ev yek anî ziman: "Hevkarî bi buroya plankirin û serjimariyê re li kantona Reqayê hatiye kirin ji bo tîmeke serjimariyan bi riya bernameya Kobo were avakirin da ku hejmara zarokên li ber şîr in ku pêwîstiya wan bi şîr û pêdiviyên sereke hene were tesbîtkirin. Her wiha kesên temenê wan mezin û nexweşiyên giran ên mîna penceşêr, gurçik û hwd bi wan re heye. Dê xwe bispêrin van serjimariyan ji bo piştgiriya ji aliyê rêxistinan ve her wiha xelkên Reqayê bi riya însiyatîfên gel tişta ji destên wan tê pêşkêşî koçberan kirin."

‘Gelên Sûriyeyê hevgirtî ne’

Der barê pêşwazîkirina şêniyên Reqayê de got: "Ev wêne û krîz diyar dikin ku gelê Sûriyeyê hevgirtî ye û tu ferq di navbera welatiyên Kurd Ereb Çerkez û Tirkmen tune ye. Bi wêneyê bi pêşwazîkirina xelkên Reqayê ya koçberan re zelal bû. Destpêkê ji dergehê El bû Asî heta gihîştin wan dibistanan her wiha li malan hatin pêşwazîkirin."

Zuleyxa Ebdî hêvî kir ku ev nakokî bi dawî bibin û rola rêxistinan di pêşkêşkirina piştgiriyê de hebe û tekez kir ku şerê dijwar ê li ser gel bi riya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî pêk tê divê were rawestandin.

‘Me alîkarî ji welatiyan û endamên partiyan jî girt’

Ji aliyê din ve hemû partiyên siyasî li gorî seferberiya giştî tev digerin. Der barê vê yekê de jî hevseroka bajarê Reqayê ya PYD’ê Feyrûz Xelîl got: "Me alîkarî ji welatiyan û endamên partiyan jî girt her wiha me pêdiviyên sereke berhev kirin, beriya du rojan jî tam ji demjimêr 6’ê sibehê heta demjimêr 1’ê şevê em li stadyûma beledî bûn û me malbat li dibistanan belav kirin. Heta niha me alîkariyên derve nedîtine. Hemû alîkariyên biçûk ji welatiyan in."

Feyrûz Xelîl der barê siyaseta dewleta Tirk a dagirker de got: "Siyaseta dagirker siyaseteke Osmanî ye û hewl dide Osmaniya xwe li ser xaka Sûriyeyê zindî bike. Armanc dike ku hêza gel a hevgirtî birûxîne, bi taybetî piştî projeya Rêveberiya Xweser hat ragihandin."