Bi hezaran kes li dijî tecrîdê herikîn qadan

Îro bi armanca azadiya fîzîkî a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xelkê herêma Cizîrê mitîngek girseyî lidar xistin.

Qamişlo – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zêdetirî 24 sal in li girtîgeha Îmraliyê di bin îşkence û tecrîdeke girankirî de ye. Zêdetirî du sal in, agahî jê nayê girtin ji ber dewleta tirk rê nade ku parêzer û malbat serdana wî bikin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xelkê herêma Cizîrê mitîngeke girseyî lidar xistin.

Mitîng li stadyuma Şehîdên 12'ê Adarê a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di bin diruşmeya "Azadiya Rêber Apo misogeriya demokrasiyê û aramiya herêmî ye" destpê kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê, Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah axivî.

'Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogeriya demokrasiyê ye’

Asya Abdullah got ku 24 sal zêdetir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hember faşîzmê, siyaseta qirkirin û dagirkeriya dewleta tirk û li hember siyaseta hêzên navneteweyî berxwedanek bê hempa dimeşîne û wiha dom kir: "24 sal in Rêber Ocalan li Îmraliyê, tekoşînê ji bo rûmeta gelê Kurdistanê, azadiya jin û gelan, demokrasî, aramî û aşîtiya tevahî herêmê, bi fikrê xwe û zanista netewa demokratîk, dike. Ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd û tevahiya aloziyên li herêmê tê jiyîn, projeyeke aşîtiyane pêşkêş kir. Navenda berxwedanê Îmralî ye. Ji ber wê jî azadiya fîzîkî a Rêber Apo misogeriya demokrasî û aramiya herêmê ye. Heya ku siyaseta tecrîdê li Îmraliyê dewam bike, wê aramî li herêmê pêk neyê, wê aşitî û demokrasî di nava xeteriyê de bin."

Asiya Abdullah da zanîn ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê aloziyeke pir kûr heye û wiha dom kir: "Bi hezaran kes di zindanên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de ne. Li hember faşîzmê têkoşînekî mezin tê meşandin. Îro tevahî gel bi hêviya ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de ev dagirkirî têk biçe, dişopînin û li ser piyan in û piştgiriyê didin. Ji bo ku li Tirkiyeyê aşîtî, demokrasî û aramî çêbibe, ji bo ku di Rojhilata Navîn de çareseriya pirsgirêka Kurd bi diyalog û aşitî pêk were, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogeriya vê yekê ye. Li hember îşkenceya li Îmraliyê bi destê dewleta tirk û piştgiriya navneteweyî û bêdengiya CPT û saziyên navneteweyî, em bi tundî şermezar dikin. Ji bo wê jin, ciwan, mêr û kal û pîr û bi zarokan wê dengê wan her ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo bilind be û li qadan bin."

Mitîng bi stranan bi dawî bû.