Bi hezaran kes di rojbûna Abdullah Ocalan de daxwaza azadiya Ocalan kirin

Piştî ku rêya Amara ji aliyê leşkeran ve hat girtin, Meşa Amara ya ku ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû lidarxistin, li Xelfetiyê bi dawî bû.

Navenda Nûçeyan- Bi boneya salvegera rojbûna Abdullah Ocalan, ber bi gundê Amara yê Xelfetî ya Rihayê ve meş hat lidarxistin. Meş, bi dirûşma “Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve” û bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER), Federasyona Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat lidarxistin. Meş li Xelfetiyê bi hevdîtina bi gel re bi dawî bû. 

'Gundê Amara ji aliyê polîs û leşkeran ve hat dorpêçkirin'

Tevî hemû cureyên astengkirinan jî gelek kesên ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin Taxa Elîgor ê navçeya Pirsûsê, piştî daxuyaniyê ji vir ber bi Amarayê ve ketin rê. Girseya ku gihiştî navçeya Xelfetiyê, derbasî avahiya DEM Partiyê ya navçeyê bû. Ji ber ku Amara ji hêla leşker û polîsan ve hatibû dorpêçkirin, kombûna li avahiya rêxistinê veguherandin hevdîtina bi gel re. Di çalakiyê de nivîsên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên têkildarî jiyana xwe û têkoşînê nivîsandî hatin xwendin. Piştre jî welatiyên tev li hevdîtinê bûn, nêrînên xwe yên tiştên divê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bên kirin vegotin. Hevdîtin bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.