Bi hezaran ji bo komkujiya Sêwazê meşiyan
Bi hezaran welatî ji bo bîranîna 33 rewşenbîrên di komkujiya Sêwazê de hatin qetilkirin meşiyan.
Navenda Nûçeyan - Bi hezaran kesên bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) hatin gel hevdu 28'emîn salvegera Komkujiya Sêwazê ku 33 rewşenbîr, nivîskar û 2 xebatkarên otelê di vê komkujiyê de bi şewitandinê hatibûn qetilkirin, çalakiya bîranînê li dar xistin. Do bi şev ji gelek bajarî gelek kes derketin ser rê û di saetên serê sibehê de li ber Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) ya Sêwazê hatin gel hevdu. Bi hezaran kes ji bo komkujiyê lanet bikin û ji bo kujer bên darizandin ber bi Otela Madimakê ve meşiyan. Çalakvanan daxwaz kirin ku otela lê mirov bi şewitandinê hatin qetilkirin bibe "Muzeya Şermê". Girseyê tim dirûşma "Yê Sêwaz hilweşand ê AKP ava kir" berz kirin. Girseya di bin dorpêçkirina polîsan de hat ber Otela Madimakê qurnefîl û wêneyê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan danî ber otelê.
“Zihniyeta komkujiyê hîna didome”
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay daxuyanî da. Ebrûyê da zanîn ku di Komkujiya Sêwazê de edaletê cihê xwe negirtiye û wiha got: "Îktidar kujeran diparêze. Em tiştên li Otela Madimakê qewimîn qet qebûl nakin. Zihniyeta komkujiyê heta roja îro didome. Em kujeran baş nas dikin û em bi zihniyeteke kujer rû bi rû ne. Zihniyet hîn bi dewleta kûr li ser kar e. Dewletê careke din jî eşkere kir ku eleqeya wê bi vê komkujiyê re heye. Bi gotina ‘Ji bo gel û welat li ser xêrê be’ ev yek eşkere kirine. Heman îktidar Otela Madimakê venaguherîne Muzeya Şermê û heqîqetê eşkere nake. Her wiha dibe hevalê komkujiyê. Em têkoşîna xwe ya bi civaka elewî re dîsa tînin ziman. Heta edalet bi cih bê em ê têkoşîna xwe bidomînin. "
Piştre parlamenterên CHP'ê jî daxuyanî dan û komkujî şermezar kirin. Serokê Federasyona Komeleya Alevi Bektaşi Huseyin Guzelgul û Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal, Gani Kaplan jî nirxandin kirin.
Piştî axaftinên siyasetmedaran merasîm bi xwepêşandana semahê dewam kir.