Bi hezaran Filistînî niha jî berê xwe didin rojavayê Xezayê

NY ragihand ku piştî fermana dawî ya valakirinê ya Îsraîlê bi hezaran Filistînî ber bi rojavayê Xezayê ve direvin û ji ber cih guhertinê tê texmînkirin ku hejmara kesên pirsgirêka xurekê bijî bigihîje 600 hezarî.

Navenda Nûçeyan – Îsraîl 308 roj in bê navber êrişên xwe yê li ser Zîvala Xezayê didomîne. Alîkarê Berdevka Sekreteriya Giştî ya NY (Netewên Yekbûyî) Farhan Haq di civîna çapemeniyê ya rojane de agahiyên dawiyê yên derbarê rewşa mirovî ya li Xezayê de parvekir.

Farhan Haq got “Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya NY (OCHA) radigihîne ku hevkarên me yên li qadê dîtine ku bi hezaran kes ber bi El Mawasî ya rojava ve direvin” û bibîr xist ku artêşa Îsraîlê îro fermanekê nû ya valakirina heremê daye û li herema ku 30’ê zêdetir mal lê hene ‘li gor texmînên destpêkê’ nêzî 15 hezar û 500 zêdetirî mirov bandor bûne.

Alîkariya xureka pêwist nikarin bigihînin

Ferhan Haq careke din bang li hemû aliyan kir ku "pêbendî bi erkên li gorî yasayên mirovî yên navdewletî bin" û got ku pêwîst e "guhdarî li parastina sivîlan û tiştên sivîl were kirin". Ferhan Haq diyar kir ku karwanên ku ji aliyê Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) ve tên birêvebirin, nikarin xwarinên pêwîst bigihînin Filistîniyan ji ber ku artêşa Îsraîlê hemû rê û xalên derbasbûnê yên li Xezayê bombebaran kirin.

Ferhan Haq jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku"ji ber fermanên valakirinê û ziyana binesaziyê" hejmara xalên belavkirina xwarinê berdewam kêm dibe. Hat destnîşankirin ku ji ber van sedeman û gelek sedemên din tê payîn ku hejmara kesên ku pirsgirêka xurekê dikşînin bigihîje 600 hezarî.