Bi hewldana xwe ya ‘Pênûs û Kaxez’ ji zarokan re dibe hêvî

Basma Şeqûra ya ku ji ber şer neçar maye koçber bibe teqez kir ku ji bo sivikbûna rewşên trajîk ên dijîn, tevî birînên xwe yên nehatine dermankirin û ji bo ev êş û barê şer dubare nebin, hewldana "Kaxez û Pênûs" dane destpêkirin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza– Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê berdewam dikin, trajediya gel jî her ku diçe mezin dibe. Bi taybetî jin, çîroka her kesê ji cih û warên xwe bûne, di nava xwe de zehmetî û serpêhatiyên cuda dihewînin. Êşa ku jinan tîne cem hev, di heman demê de dibe sedema têkoşînê.

Çîroka Besma Şeqûra jî yek ji wan çîrokên gel û jinan e ku ji bo pêşerojeke baştir bijîn têdikoşe. Besma Şeqûra bi jiyana xwe ya sînorên trajediya kesane derbas dike, êşên gel ku rastî şerên dubare, koçberiya bi darê zorê û zehmetiyên bêdawî şênber dike.

Koçberiya di navbera tirs û berxwedanê de

Besma Şeqûra, der barê derketina ji cih û warê de wiha got: "Kêliyên gelekî zehmet bûn, dilê mirovan diêşand, em neçar man malên xwe bihêlin. Jin û zarok li cihekî bi ewle digeriyan, me hemû tiştên xwe di bin bombebaranê de hiştin. Hevjînên me li ber çavên me hatin binçavkirin, mirovahî qet nemaye. Ev ne cara ewil e ku em neçarî koçberiyê dibin, ev senaryoya zehmet çend car e dubare dibe. Her ku ev senaryoya zehmet tê jiyîn, bê nirx dibin û zextên derûnî li me zêde dibin.”

Besma Şeqûra, da zanîn ku dema malên xwe terikandin, tişta ku hîs kirin ne tenê tirsa mirinê bû, diyar kir ku ji ber çavdêriya artêşa Îsraîlê ya li ser wan jî bêzar bûne û wiha got: “Arteşa Îsraîlê bi panzerên xwe her dem çavdêriya me dikir û çekên wan ên giran ji bo bikaranînê amade bûn.” Besma Şeqûra, behsa yek ji xizmên xwe kir û wiha got: "Jinek ji xizmên min guleyek lê ket, ji ber ku em ditirsiyan rastî êrişan bên, em nikaribûn wê bibin nexweşxaneyê. Ji bilî revandinê tu riyek me ya din tunebû.”

Bêmafiya li Xezayê barê jinan girantir dike

Êşên Besma Şeqûra li vir bi dawî nebû, ji ber ew jineke di welatekî şer de dijî, koçberî barê wê hîn girantir dike. Besma Şeqûra, da zanîn pêdiviyên zarokên xwe di rewşekî aboriya zehmet de dabîn dike. Besma Şeqûra, balê dikşîne li ser binpêkirinên li dijî mafên jinan û diyar kir ku li Xezayê mafê jiyana bi ewle, mafê hebûna malê, tenduristiyê û perwerdeyê bi taybet ji bo jinan tê binpêkirin.

Besma Şeqûra, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dema min dixwest malbata xwe xwedî bikim, ez rastî gelek astengî û helwestên nexweş hatim. Ji ber cihêkariya ku di dema belavkirina alîkariyê de dijîm, êşên min zêdetir bûn. Min xwe di pêşbirkek dijwar a bi xizmên xwe re didît. Dema ez rastî vê rewşê têm, dikevim krîza girînê. Min bawer nedikir kesek ji bo xwarinê min biçûk bixe.”

Besma Şeqûra piştî ku mala xwe windakir, niha li kampeke koçberiyê bi armanca perwerdekirina zarokên koçberan ên ji dibistanên xwe bêpar mane, dest bi hewldana bi navê "Pênûs û Kaxez" kir.

Basma Şeqûra ku kona li kampê veguherand qada perwerdeyê, wiha got: “Ez ji bo ku şert û mercên trajîk ên em dijîn sivik bikim, zarokan fêrî xwendin, nivîsandin û bîrkariyê dikim. Ji bilî wan ez li ser mijarên cuda yên girêdayî jiyana wan a rojane, perwerde didim.”

‘Birînên me baş nabin’

Besma Şeqûradî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Min ji bo zarokan dest bi fêrkirina xwendin, nivîsandin û bîrkariyê kir û her wiha ji bo hinek êşên xwe ji bîr bikin dersên çandî yên mijarên cuda didim. Em gelê Filistînê fêr bûne ku di nava şeran de bijîn lê birînên me baş nabin.”