‘Bi hay jêbûna kolektîf dikare pêşî li şîdetê were girtin’

Aktîvîsta mafên mirovan Hala El-Qeeq Shoman bal kişand ser girîngiya hişmendiya kolektîf di têkoşîna li dijî newekheviya zayendî de û got ku divê ji bo hişyarkirinê gavên bi bandortir bên avêtin.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Li gelek welatên cîhanê têkoşîna jinan û lêgerîna çareseriyê ya ji bo rakirina newekheviya zayendî didome. Ji bo rakirina newekheviya zayenda civakî jî fikrên nû tên nîqaşkirin. Lêkolîner, siyasetmedar û aktîvîsta mafên mirovan Hala El-Qeeq Shoman jî bal kişand ser girîngiya hişyariya kolektîf a li dijî newekheviyê.

Hela El-Qîq Şoman da zanîn ku hişmendiya komî civakek saxlem, berhemdar û ewle diafirîne û diyar kir ku encamên hişyariya komî li qadê dibe ku çend sal bidome. Hala El-Qeeq Shoman Şoman got, “Lê em dikarin bi ciwan û zarokan re hêsantir encam bigirin. Jinên aktîvîst ên di warê mafên jinan de û her kesê di vî warî de kar bike dikare bixebite.”

'Ne mimkûn e ku di derbarê wekheviyê de hişmendiya xwe bilind bikin'

Hala El-Qeeq Shoman bal kişand ser girîngiya bicîanîna garantiyên ku li gorî peymanên navneteweyî ji jinan re hatine dayîn û got ku jin ji aliyê zîhniyeta desthilatdar ve di nava siyaset û raya giştî de tên astengkirin. Hala El-Qeeq Shoman da zanîn ku ji bo wekheviya jin û mêr divê di her qadê de guhertin çêbibin û got, "Ne mimkûn e ku em di derbarê wekheviyê de hişmendiya xwe bilind bikin û em dikarin di dema mezinkirina zarokên xwe de dest bi vê yekê bikin." 

'Sûcên li dijî jinan zêde dibin'

Hala El-Qeeq Shoman bal kişand ser girîngiya wekheviya zayendî di mufredatên perwerdeyê de û wiha got: “Redkirina civakê ne dawiya rê ye, ji komên biçûk ber bi komên mezin ve dikare li ser wekheviya zayendî hişyar bibe. Sûcên wek şîdeta fizîkî û devkî ya li ser jinan, tacîz, tecawiz û kuştin her ku diçe zêdetir dibin. Ji bo vê jî çalakiyên hişyariyê yên ku bên kirin jî girîng in.” 

'Hişmendiya kolektîf dihêle ku mirov hay ji pirsgirêkên xwe hebin’

Hala El-Qeeq Shoman destnîşan kir ku hişmendiya kolektîf dihêle ku ferd ji pirsgirêkê haydar bibe û ji ber vê yekê li çareseriyên cuda bigere û wiha got:

“Berê (berî ku me dest bi axaftinê li ser vê têgehê kir) dema qêrîna jinekê dihat bihîstin kes tiliya xwe hilnedida. Lê belê îro em li cîran û kesên der û dorê dinêrin, tavilê bang li polîsan dikin û agahiyan didin. Di ronahiya parastina bi tevahî nepenîtiya daneyên ragihandinê de. Ez beşdarî bi dehan rûniştinan bi tevlêbûna gelek komên temenên cuda bûm. Li ser mijarên wek hevberdan, binçavkirin, welayetiya aborî, tundî, êrîşên destavêtinê, perwerdehî û mafên rêwîtiyê nîqaş hatin kirin. Divê zext li gel were kirin ku van pirsgirêkan ragihînin, çareseriyan bibînin û bi desthilatdaran re ji bo jiyanek adiltir biguherînin.”

'Divê gavên hîn bi bandor bên avêtin'

Hala El-Qeeq Shoman diyar kir ku jin bi hişmendiya kolektîf wê zêdetir xwe bi ewle hîs bikin û destnîşan kir ku ji bo afirandina hişmendiya komî divê gavên bi bandortir bên avêtin. Hala El-Qeeq Shoman wiha got: “Em dibînin ku bi dehan ciwan û jin ji bo raporkirina tundûtûjiyê ji rayedarên berpirsyar re hewl didin. Têgîna afirandina hişmendiya kolektîf wê berfireh bibe û em hêvî dikin ku hemû civak ji şîdetê rizgar bibin.”