Bi gopalên xwe ji bo parastina av û axa xwe li Bendava Tişrînê ne
Dapîr û dayikên temen mezin yên ji Cizîrê û Efrîna dagirkirî berê xwe dabûn Bendava Tişrînê gotin ku tevî nexweşiyên wan bi gopalên xwe berê xwe dane Bendava Tişrînê û gotin ew dildar û dilxwazên aşîtiyê ne.
SORGUL ŞÊXO
Tişrîn – Berxwedana Bendava Tişrînê ya ku dikeve roja xwe ya 25’an bi hemû coşa xwe dewam dike. Ji lewra di vê berxwedaniyê de dayikên temen mezin û dapîrên ku bi dehan nevîyên wan hene, her tişt li pey xwe hiştine û heta Bendava Tişrînê ku bi sedan km derbaskirine. Di vê berxwedaniya ku dîrok wê dinivîse de, dayikên temen mezin şopa xwe di rûpelan de dihêlin.
Sê dayikên temen mezin ji ajansa mere behsa daxwazên xwe yê hatina Bendava Tişrînê kirin.
Fatima Osman a ku ji Kantona Cizîrê xwûşka Rustem Cûdî û dayika şervanekî ye, di 28’ê Çileyê de berê xwe da Bendava Tişrînê û îro jî nobedariya wan a ji bendavê re bi dawî dibe û dewrî bajarên din yên Kantona Cizîrê kirin.
'Di tu olan de ev komkujî nayên qebûlkirin'
Fatima Osman a 73 salî got ku ji bo hatina beşdarbûna Bendava Tişrînê wê hemû nexweşiyên xwe jibîr kiriye û wiha dom kir: "Di wextekî de ku mirov bi zorê xwe li ser piyan dihêle û tevî nexweşiyên me yên zêde, em hatine bendavê da ku wê biparêzin. Divê ku şer raweste, em li vir parastina ax û ava xwe dikin. Me wekî dewleta Tirk êrîşî ax û sînorên wan nekiriye. Sivîl bi jin û zarokan tên birîndarkirin û qetilkirin. Di tu olan de ev komkujyên ku dewleta Tirk pêk tîne qet nayê qebûlkirin, divê ku demdildest hêz û rêxsitinên navneteweyî bikevin tevgerê û êrîşan rawestînin."
'Divê demildest êrîşên dewleta Tirk werin rawestandin'
Fatima Osman bi vî awayî dawî li axaftina xwe anî: "Heta ku pîrên wekî min hebin em ê bi van gopalên xwe werin bendavê û wê biparêzin. Em ji vir, demildest bang li Koalîsyona Navdewletî dikin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser axa me rawestînin. Bes e êdî li ser jiyan û erdîngariya me win bazirgaziyê dikin. Bazirganiyê li ser qetilkirina zarokan û ciwanan dikin, ambulans û otombîlên me tên hedefgirtin. Ev bi tu awayî êdî nayê qebûlkirin û divê ku her kesê ku wîjdanê wî dihêje bêdeng nemîne. Em li ser erdê parastinê dikin û ji bo vê axê heta dawî em ê parastinê bikin."
Gulê Mihemed koçbereke Efrînî ye ku du meh berê ji Şehbayê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker cara duyemîn koçî bajarê Kantona Cizîrê bûye, îro di berxwedana li ser Bendava Tişrînê amade ye.
Ji Efrînê heta Şehba û niha li Bendava Tişrînê ye
Gulê Mihemed got ku cihê berxwedan lê hebe ew ê li wir bin û wiha pêl da gotina xwe: "7 sal ji koçberiyê, ji qetilkirin û komkujiyan bes nedît vê carê dewleta Tirk hewl dide ku hemû herêmê dagir bike. Raste em koçber bûn lê wekî Efrînî em îro careke din li Bendava Tişrînê ne. Av ava me ye, ji bo wê heta dawî em parastinê bikin, ji ber ku bendav av û ceyrana gel dabîn dike û yê giştî pêkhateyan in. Li kur berxwedan hebe, dewleta Tirk êrîş dike û dixwaze îradeya gel têk bibe. Em ji Erdogan re dibêjin ku eger wî Efrîn û Şehba dagir kir, lê em ê nehêlin Bendava Tişrînê dagir bike û bostekê ji axa wê binpê bike. Me li vir xwîna zarokên xwe daye, ji lewra em banga rawestandina êrîşan dikin da ku zarok êdî sêwî nemînin û sivîl neyên qetilkirin."
Bi çi daxwaznameyê Erdogan li ser axa me ye?
Fewziya Ehmed Hesen a 74 salî jî wiha got: "24 saetan êrîş dike, çi dixwaze jî em nizanin lê belê zilmek dibe li ser sivîl û şervanan. Bila kes nefikire ku em ê di rewşeke wiha de bi vî emir û gopalê xwe li malên xwe rûnên. Ruxmî ku nexweşiyên min jî hene lê belê divê ku îro em li kêleka zarokên xwe yê şervan bin, da ku em vê bendavê biparêzin. Ku derê were xwestin jî em ê herin wir. Erdoganê ku di bin navê îslamê de her tiştî dike, îslam jê bêrî ye. Gel nehatiye û çek ranekiriye, ew tenê parastina axa xwe dike. Me tiştek ji Erdogan nexwestiye, ew li ser çi bingehî û bi çi daxwaznameyê hatine axa me?"
Bila Erdogan jibîr neke!
Fewziya Ehmed Hesen da xuyakirin ku daxwaza wan aşîtî ye û wiha dewam kir: "Daxwaza me aştî ye, em ne alîgirê şer û kuştinê ne û neynûka zarokên me bi artêşeke wan e. Ji lewra em hatine parastina ax, av û ceyrana xwe bikin. Divê ku Erdogan li xwe vegere û baş bifikire ku çi dike. Bila Erdogan jibîr neke dawiya Sedam Husên, Qezafî û Esed çi bû, ji ber dê dawiya wî jî wiha be. Tevî hemû nexweşî û emirê xwe yê mezin jî lê li kur were xwestin, ez ê li wir bim û ji her tiştî re amade me."