Bi giyayên biharê dermanên zivistanê amade dikin

Giyayên biharê ku bi destên jinan tên berhevkirin û hişkirin, di zivistanê de bi bêhn û tama xwe dibin şîfa. Bi wan giyanyan hem xwarinên malbatan dewlemend dibin hem jî bi taybetmendiyên xwe di sermayê de dibin dermanên nexweşiyan.

MÎHRÎBAN SELAM

Seyîdsadiq – Di civaka me de, komkirina giyayên biharê tenê ji bo peydakirina xwarinê nîn e; ew beşek ji çand û bîra kolektîf e. Jinên kal û pîr an jî zana yên gund, bi salan e vê zanyariyê ji nifşekî vediguhêzin nifşê din. Kîjan giya li ku şîn tê, kengî tê berhevkirin û çawa tê parastin. Ev kevneşopî têkiliya mirov bi xwezayê re diyar dike.

Giyayên ku di biharê de tên berhevkirin, bi rêbazên wekî zuwakirin, şorêkirin an jî di tûrikan de rakirin, ji bo mehên sar ên payîz û zivistanê tên amadekirin. Gava ku ew giya di zivistanê de tên xwarin, ew tam û bêhna biharê tînin ser sifreyan û bereketê didin malbatê.

Di mehên zivistanê de xwarina giyayên biharê bi rengên xwe yên kesk û xwezayî dibin xemla sifreyan. Ew di heman demê de bi taybetmendiyên xwe yên dermanî û vîtamînan piştgiriyê didin tenduristiya beden di demsala sar û seqem de.

Dema em ber bi demsalên payîz û zivistanê ve diçin, amadekariyên jinan reng didin û ji bo pêdiviyên xwarina malbatan bûne xezîneyek.

Ji biharê ber bi demsalên din ve

Hişkkirina giya riyek e ku bêhn, tam û bîranînên biharê ji bo demsalên din di hêle. Ev karê ku jin di berhevkirin, cudakirin û hişkkirina giyayên biharê de dikin, ne tenê karekî malê ye; beşek ji parastina çand, zanîna xwezayî û berhemên herêmî ye ku dikare bibe çavkaniyek ji bo afirandina derfetên aborî û piştgiriya hêza jinan.

‘Feydeyên van giyayan gelek in’

Perî Emînî ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye Başûrê Kurdistanê, wiha behsa taybetmendiyên giyayan dike: “Ez ji Sineyê hatim min ev giya bi xwe re anîn. Mînak, zehferan dermanek xwezayî ye ji bo enfeksiyonên mîde û qirikê tê bikaranîn. Em wê weke çay bikar tînin her wiha di nava kofte û birinc û hemû xwarinan de bi kar tînin. Gul û gula hêro di zivistanê de ji bo serma û kuxikê weke çay tên bikaranîn. Em niha wê di nava peqleyan de jî bikar tînin. Geznek her kes dizane çi ye û keça min bijîşk e dibêje ew şekir û rûnê xwînê kêm dike. Ava zehferanê jî amade ye û di birincê de tê bikaranîn û rengekî wê yê bedew heye û ji bo her tiştî dikare bê bikaranîn.”

‘Berhemên xwezayî li çiyayan şîn dibin’

Perî Emînî diyar kir ku wê hemû berhemên xwe bi xwe amade kiriye û wiha got: “Min ava rihanê bi destên xwe çêkir û ji bo her xwarinê û tenduristiyê gelek baş e. Ewqas xwezayî ye salek bimîne jî tiştek pê nayê. Sirkeya sêvan xwezayî ye, hem şekir hem jî rûn kêm dike.”

‘Giya divê li ber sêberê bê hişkkirin’

Perî Emînî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelek feydeyên berhemên Kurdî yên baş hene. Em li Sine li cihê çayê giyayên bêhnxweş bi kar tînin û çay kêmtir vedixwin ji ber çay qirikê xera dike. Ev giya baş dikin, ne xerab in. Taybetmendiyên rêbaza hişkkirinê. Li malê em li ser qumaşek mezin radixin û paqij dişûn li ser paç belav dikin. Divê li ser hev nekevin da ku zer nebin û xirab nebin. Divê cihê wan fireh be û yek bi yek werin raxistin. Divê li ber siyê bê danîn da ku dema hişk bû tam û bêhna wê winda nebe.”