"Bi fikrên Rêber Apo wekheviya gelan derket holê"
Endama Partiya Yekitiya Demokratîk Nêrgiz Bekir bal kişand ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd AbdullahOcalan û got: "Rêber Apo bi projeya neteweya demokratîk mafê hemû gelan parast, ji ber projeya neteweya demokratîk ne li gorî dewletan e, her diçe tecrîdê girantir dikin."
SARA ŞÊX HESEN
Heleb-Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 22 sal in li girava Îmraliyê ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dîlgirtin. Her wiha ne malbat ne jî parêzer nikarin bi miwekilê xwe re hevdîtinê pêk bînin. Herî dawî di 25'ê Adarê de li gel birayê xwe axivî û axaftina telefonê hate birîn. Her wiha ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nikarin hevdîtin pêk bînin. Heta niha jî tecrîdek girankirî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê. Têkildarî mijarê Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Nergîz Bekir nêrîna anî ziman.
"Rêber Apo bi projeya neteweya demokratîk mafê tevahî gelan parast"
Nêrgiz diyar kir ku armanc bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkbirina projeya neteweya demokratîk e û wiha domand: "Em di serî de tecrîda li hember Rêber Apo tê meşandin bi tundî şermezar dikin. Roja ku Rêber Apo hatiye dîlgirtin, heta niha komploya navneteweyî berdewam dike. Her wiha Rêber Apo bi projeya neteweya demokratîk mafên hemû gelan parast, ji ber projeya neteweya demokratîk ne li gorî dewletan e tecrîd her ku diçe girantir dibe û dixwazin bi girankirina tecrîdê projeya neteweya demokratîk têk bibin. Fikir û felsefeya Rêber Apo li tevahî cîhanê bû xwedî şoreşek ku hemû cîhan ji fikrên Rêber Apo bi bandor bûn. Rêber Apo bi vê projeyê xwest tevahî gelên bindest ji qetlîam û zordariyê xilas bike û mafên wan bide. Her wiha xwest hemû netew bi ziman, çand û ola xwe bijîn. Loma gel pir girêdayî Rêber Apo ne ku li ser şopa heqîqetê û azadiyê dimeşin."
"Bi fikrên Rêber Apo wekheviya gelan derket holê"
Nêrgiz destkeftiyên ku bi dest xistine wiha parve dike: "Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo me xwe bi hêz kir û me gelek destkeftiyên dîrokî bi dest xistin. Niha dewleta tirk bi awayekî hovane êrîşî me dike, her ku em bi hêztir dibin êrîş jî tund dibin. Her wiha dewleta tirk tecrîdê di şexsê Rêber Apo de li ser tevahî gelan pêk tîne. Halê hazir dewleta tirk hemû êrîş, kiryar, qirkirin û gefên xwe li hember gelê azadîxwaz bi kar tîne. Dema aloziya Sûriyeyê dest pê kir gel xeta sêyemîn esas girt, xwe bi rêxistin kirin û rêgeza felsefeya neteweya demokratîk di jiyana hevbeş û wekheviya gelan de bingeh girtin. Bi vê projeyê wekheviyek gelek mezin di navbera pêkhateyan de derket holê. Niha dewleta tirk bi tirs e ku fikrên Rêber Apo bandorê li gelên din bike. Gel rastiya dewleta tirk di şer de nas kir ku çawa mala wan talan dibe, çawa koçber dibin û çawa ji komkujiyan re derbas dibin. Loma em ê bi yekitiya gelan projeya xwe biparêzin."
"Em ê tola Rêber Apo ji neyaran hilînin"
Nêrgiz herî dawî jî bang li gel kir ku li dijî tecrîdê xwedî helwest bin û wiha bi dawî kir: "Her çiqas gel û bi taybetî jin fikir û felsefeya Rêber Apo belav bikin, em ê ewqas tola Rêber Apo ji neyaran hilînin. Ev tecrîda ne zagonî li ber çavên tevahî cîhanê pêk tê lê raya giştî bêdengiya xwe diparêze. Divê mafê Rêber Apo weke her girtiyek rewa be. Divê dewletên navneteweyî zextek li ser dewleta tirk çêbikin da ku Rêber Apo di aliyê fizîkî de rizgar be. Rêxistina jinan erkek girtiye ser milên xwe ji bo azadiya Rêber Apo, heta ku ji zindanê rizgar bibe wê li qadan bin û di nava çalakiyan de bin."