‘Bi fikr û ramanên Rêber Apo li her qadê reng û denge jinan heye’

Jinên Êzidî yên tev li komxebata ‘Têkoşîna azadî û tifaqa gelan’ bibûn, diyar kirin ku bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her qadê reng û denge jinan heye û ji bo azadiya wî ya fîzîkî banga têkoşînê kirin.

RONAHÎ ZERDEŞT

Şengal-Duh li navenda Şengalê bi boneya salvegera komploya 9’ê Cotmeha 1998’an navnetewî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û peymana 9’ê Cotmeha 2020’î ya li dijî Şengalê, ji aliyê Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê ve bi sernavê, ‘Li hember krîza dewlet û desthilatdariyê, têkoşîna azadî û tifaqa gelan’ hat lidarxistin. Nêzî 60 siyasetmedar û kesayetên Êzidî, Ereb û Tirkmen beşdarî kom xebatê bûn û li ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê krîz û çareseriya herêmê de niqaş hatin meşandin.

Di encama komxebatê de hat gotin ku çareseriya hemû pirsgirêkan fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û dê ji bo azadiya wî ya fîzîkî di asta herî jor de kar û xebat bidin meşandin.

Têkildarî armanc û girîngiya komxebatê jinên kut ev li komxebatê bûn ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo li her qadê reng û denge jinan heye.

‘Komploya navnetewî û peymana 9’ê Cotmehê girêdayî hev in’

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Riham Hico anî ziman ku di asta Şengalê de bi pêkhateyên wî re ji bo niqaşkirin û çareserkirina pirsgirêkan, li darxistina komxebateke bi vî rengî gelek girîng e û wiha got: “Pergal ku pirsgirêkên heyî hîn kûrtir dike, dixwaze her kesî bixe bin xizmeta xwe. Têkildarî armanc û hedefa pergalê li komxebatê niqaşên berfireh hatin kirin. Peymana 9’ê Cotmeha 2020’î ya li dijî civaka êzidî û komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li hember Rêber Apo pêk hat, girêdayî hev in.

‘Civaka Êzidî êdî ketiya ferqa plan û komployên siyasî’

Riham Hico bal lê kişand ku civaka Êzidî êdî ketiye ferqa planên siyasî û komploya ku li hemberî wê tê meşandin û wiha domand: “Civaka Êzidî ketiye wê ferqê ku çareserî ji bo civaka Êzidî çi ye û xwedî derketina li Rêber Apo di kîjan astê de be. Em jî wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin û zane kiriye û di bin siwana Rêveberiya Xweser de di vê komxebatê de amade ne û piştgirî didin. Îro cîhan bûye cîhan mêr. Îro em li cihên krîz hene dinêrin yan jî aliyeke din a cîhanê dinêrin rengê jinê nîn e. Lê dema em li komxebata ku hatiye lidarxistin dinêrîn, renge jin, hejmara jin, helwest û sekna jin tê dîtin. Ev jî hemû bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ye.”

 ‘Divê ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rabin ser piyan’

Endama Yekitiya Ciwanên Şengalê Vejîn Şengalî destnîşan kir ku di komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de peymana 9’ê Cotmeha 2020’î li dijî Şengalê hatiye mohrkirin û ev nirxandin kir: “Ev jî nîşan dide ku komploya 9’ê Cotmehê û Peyman ji hev ne qut in. Piştî peymana 9’ê cotmehê civaka êzidî hîn bi pêş ket û zane bû. Bi taybetî jinên ciwan. Niha jinên ciwan li her dera qadê ne, di asta rêveberiyê de kar û xebat didin meşandin. Ji aliyê din ve pêwendiya ciwanên êzidî bi ciwanên ereb re di asta jor de ye, bi hev re niqaş, kar û xebatên ji nû ve avakirina Şengaleke xweser dimeşînin, lê beriya fermanê ev rewş ne wisa bû. Niha li Şengalê rola ciwanan bi taybetî jinên ciwan hîn bêtir e. Ciwan pêşengên civakê ne, ji ber vê yekê hîn zêdetir ciwan dibin hedef û rastî êrîşan tên. Divê herî zede ciwan, jinên ciwan fikirên Rêber Apo bixwînin, xwe perwerde û bi rêxistin bikin û pêve girêdayî civakê jî bi xwe re bi rêxistin bikin. Çareseriya hemû pirsgirêkan fikrên Rêber Apo ye, ji ber vê yekê ciwan di serî de divê her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rabe ser piyan.”

‘Em ê ji bo Rêber Apo çi bikin jî kêm e’

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Heliqî jî ev tişt anî ziman: “Em hêvî dikin em komxebat bibe komxebata serkeftinê. Beriya fermanê jin li her derê jiyanê hatibû fetisandin, mirî bû û di nav malê de tunebû. Ev bû deh sal ku em dibînin jin bi fikrê Rêber Apo dikarin her tiştî bikin. Jin îro xwe azad û bi rêxistin dike. Jin bi xwe re her kesî hemû civakê perwerde û bi rêxistin kir. Niha em ji bo Rêber Apo çi bikin jî kêm e. Ji bo vê divê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê her li ser piya bin.”