Bi êrişên dewleta Tirk jinek û du zarok birîndar bûn

Îro saetên berbangê de dewleta Tirk gundê Dişîşa topbaran kir. Di encama topbaranê de jinek û du zarok birîndar bûn.

Hesekê - Dewleta Tirk êrîşên xwe yê dagirkeriyê li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Îro di saetên berbangê de, gundê Dişîşa yê ku rojavayî navçeya Til Temirê û li ser rêya M4 dikeve, malên sivîlan topbaran kir.

Di encama topbaranê de Nûrîya Mihemed El-Hisên a 40 salî, Mûna Ebdilselam El-Mihemed a 10 salî û Kemal Ebdilselam Mihemed ê 16 salî birîndar bûn.

Birîndar niha li Nexweşaneya Reca a Hesekê tên dermankirin.