‘Bi êrişan nikarin vîna gel têk bibin’

Cîgira Hevseroka Encûman Cîbîcîkar a herêma Firatê Mizgîn Xelîl, têkildarî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî, destnîşan kir ku êriş li ser destkeftiyên gelan e û got, “Bi êrişan nikarin vîna gel têk bibin.”

BEYDA OSMAN  

Kobanê - Dewleta tirk ji 4'ê Cotmehê ve êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di encama êrîşan de 2 jê zarok 47 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Di heman demê de di erîşan de çavkaniyên ku gel pê debara xwe dike jî hedef tên girtin.

Cîgira Hevseroka Encûmena Cîbicîkar Mizgîn Xelîl derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî, got ku êriş bi armanca tunekirina destkeftiyên gelan e lê dê nikaribin bi van êrişan vîna gel têk bibin.

'Binesaziya herêmê dike armanc'

Mizgîn Xelîl di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku êrîş li ber çavên hemû cîhane tên kirin û wiha got: "Her kes dişopîne û li ber çavên her kesê careke din dewleta Tirk bi hovane êrîş dike. Êrîşên dewleta Tirk ne cara yekemîn e, dema ku DAIŞ’ê bi destên gelê Kurd hat tunekirin ve êrîş dike lê ji xwe Wezîrê Navxweyî yê dewleta Tirk daxuyaniyek da û diyar kir ku ewê binesaziya herêmê bikin hedef. Piştî wê şerê terora DAIŞ’ê ku dewleta Tirk piştevaniya wî kir, DAIŞ bi têkoşîna gelên herêmê têk çû. Pergala Rêveberiya Xweser ya li ser hîmên demokratîk hat avakirin bû armanca erîşên dewleta Tirk. Piştî ku DAIŞ bi ser neket dewleta Tirk rûyê xwe yê rast eşkere kir û xwest  pergala Rêveberiya Xweser ji holê rake."

‘Di salvegera dagirkeriyê de êriş berdewam in’

Mizgîn Xelîl bal kişand ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî ve dagirkirina Serêkaniye û Girê Spî û wiha got: "Çawa ku di meha Cotmehê de êrîşî Girê Spî û Serê Kaniyê kir û dagir kir, careke din di eynî dîrokê de êrîşan didomîne. Em dibînin ku çawa binesaziya herêmê bi hemû rengên pêşezasî weke kargeh, petrol û nexweşxane yên ku xizmetê didin gel hatin hedefgirtin. 5 Milyon kes li vê derê dijîn. Li ber çavên hemû cîhanê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji cih û warên xwe dibin. Dema ku dewleta tirk tengav dibe û aloziyê dijî êrîşî herêmê dike."

'Dewleta Tirk bi van êrîşan dê nikaribe vîna gel bişkîne'

Mizgîn Xelîl di axaftina xwe de bal kişand ser armanca dewleta Tirk û wiha bi lêv kir: "Armanca êrîşan diyar e, hewl dide pergala Rêveberiya Xweser hilweşîne ji ber ku ev pergal berfereh bû, îro jî di serhildanên Suweydayê jî behsa vê pergalê tê kirin.  Ji lewre ev pergala Rêveberiya Xweser weke kuleke di dilê Erdogan de maye. Her dem dixwaze dawî lê bînê. Lê Rêveberiyeke ku temenê wê 12 salî ye xwe bi zehmetî, ji tunebûnê û bi derfetên kêm, ava kiribe wê çawa hilweşe. Bi 11 hezar şehîd û 24 hezar birîndarên şer ên ku ji bo vê şoreşê hatine dayîn û canê xwe feda kirine wê çawa dewleta Tirk vîna gel bi êrîşên xwe bişkîne."

'Rûxme êrîşan berxwedan û têkoşîna gel bilindtir dibe'

Mizgîn Xelîl wiha gotinê xwe bi dawî kir: "Helwestên gel di van êrîşên dawî de diyar bû ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rûxme êrîşan û hedefgirtina cîhên jiyanî tu koçberî çênebû. Berevajî wê jî gel berxwedan û têkoşîna xwe bilindtir kir û bi rojan e li qadan e. Bi meş, daxuyanî û helwestên ku tên raberkirin diyar dike ku wê gel bi berxwedana xwe bidomîne û bi ser bikeve. Ji bo vê yekê êrîşên bi vî rengî dê nikaribin me û asta têkoşîna me lewaz bikin."