‘Bi êrîşan destkeftiyên Kurdan hedef digrin’
Endama rêveberiya Peymangeha Şehîd Kerîm Kato, Hêlîn Kara diyar kir ku dewleta Tirk tehemulê hebûna gelê Kurd nake û hewl dide statu û destkeftiyên ku bi pêşengiya jinan hatine bidestxistin tune bike.

ROJEVÎN RÛBA
Mexmûr – Dewleta Tirk ji 19’ê Mijdarê ve êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di van êrişan de şeva 19’ê Mijdarê li Dêrikê komkujiyek pêk hat û yek jê rojnamegerê ajansa ANHA’yê, 11 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Di êrişên ku heya bi çekên giran niha dom dike de, zarok jî di nav de bi dehan birîndarî çêbûn, her wiha cihên binezasiyê yên heremê hatin bombebarankirin. Endama rêveberiya Peymangeha Şehîd Kerîm Kato Hêlîn Kara armancên êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî hedefgirtina jinan nirxand û destnîşan kir ku bi êrişan re destkeftiyên ku bi pêşengiya jinan hatine bidest xistin hedef tên girtin.
‘Têkoşîna gelê Kurd a bi pêşengiya jinan dimeşe, di rojeva cîhanê de ye’
Hêlîn Kara diyar kir ku têkoşîn û berxwedana di pêşengiya jinan de li Rojavayê Kurdistanê, gihîştiye asteke bilind û rojeva cîhanê û wiha got: “Di roja me ya îro de em bibêjin li Rojavayê Kurdistanê statuya ku hatiye bidestxistin, wek gelê Kurd ev ne tesaduf e. Dema mirov lê binêre dibîne ku têkoşîna gelê Kurd, berxwedana ku di pêşengiya jinan de dimeşîne di rojeva cîhanê de ye. Hemû welatên cîhanê pê hesiyan e ku êdî Kurd wek gel, wek netew têkoşîna ku dimeşînin li ser xeteke rast û rewa ye. Ji ber wê jî îro hêzên ku vê yekê qebûl nakin, hêzên ku di dîroka Kurd de bûne hêzên sereke yên ku Kurdistan hem parçe kirine, hem jî tifaqên ku çêbûne ji bo vê têkoşînê têk bibin hemû rêbazên cuda bi taybetî jî di aliyê siyasî, civakî û aborî de bi kar tînin. Di hemû êrîşên ku li ser têkoşîna Kurdan didomînin, armanca wan diyar e. Hewl didin destkeftiyên ku çêbûne têk bibin, armanc valakirina herêmê. Dixwazin navê Kurd nemîne, armanc pêşîgirtina hêza gel e. Bi taybetî di pêvajoya dawî de êrîşên ku li ser Rojavayê Kurdistanê çêdibe armanc ew e, ji ber ku bêtehemuliya hêzên serdest ên tu caran nexwestine Kurd bibin xwedî statu û hebûnek wan çêbibe.”
‘Îro hêzak civakî ya jinan derketiye holê’
Hêlîn Kara bi bîr xist ku ji ber jinan xwe li ser felsefeya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan rêxistin kiriye û li hemberî hemû êrîşan hêza wan a têkoşînê heye û wiha domand: “Îro dibînin ku hêzek civakî û ya jinan derketiye holê ev jî bi xwe re jiyana demokratîk dikare ava bike. Ji ser wî esasî êrîş çêdibin û ew vê hebûnê qebûl nakin. Ger îro gelê herêmê heta dawiyê li ber xwe dide, heta dawî xwe diparêze, heta dawî hêza xwe ya parastinê ava kiriye. Em dizanin felsefeya Rêberê gelê Kurd dikare ji bo hemû beşên civakê dikare çareseriyê bi xwe re bîne, dikare ji bo pirsgirêkên jinan çareseriyê pêk bîne, dikare ji bo pirsgirêkên giştî yên civakê bibe bersiva herî baş û jiyana herî demokratîk. Naxwazin Kurd bibin xwedî hebûn, nasname. Naxwazin Kurd bibin xwedî ziman, bibin xwedî çand.”
‘Serhildanê bi dirûşma jin jiyan azadî dest pê kir’
Hêlîn Kara bal kişand ser serhildanên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinan, bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dest pê kiriye û got: “Ger mirov li têkoşîna jinan a ku di dîrokê de derketiye û heta roja îro tê meşandin binêre dê bibîne ku bingehek wê ava bûye. Bi qasî sê mehan e serhildaneke giştî ku dîkdatoriya welat hejandiye û xistiye nava tirsê heye.”
‘Ger îro mêr jî li kêleka jinan dibêjin jin jiyan azadî diyar dibe ku dema guherînê hatiye’
Hêlîn Kara diyar kir ku ger mêr jî li kêleka jinan dibêjin jin jiyan azadî diyar dibe ku dema guherînê hatiye û wiha domand: “Li ruxmê kuştin, îşkence, girtin, tundiye tê kirin ger îro serhildan û berxwedana heyî nehatibe rawestandin, ev diyar dike ku êdî dem hatiye, mirov vê sîstema heyî qebûl nakin. Ger îro mêr jî li kêleka jinan dibêjin jin, jiyan, azadî wê demê diyar dike ku dema guhertina hinek tiştan hatiye û heta ku ev guhertin çênebe ev berxwedan, ev tekoşîn ranaweste. Hêz û xeta jinên azad a mezin dibe.”