‘Bi êrîşa li dijî KNK’ê yekitiya gelê Kurd hat hedefgirtin’

Nerazîbûnên li dijî êrîşa avahiya Nûneriya KNK’ê ya li Hewlêrê ku tê de nûnerê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbul hat qetikirin her diçe zêdetir dibin. Di daxuyaniysn de hat destnîşankirin ku ev êrîş li dijî hemû gelê Kurd û Kurdistanê ye.

Navenda Nûçeyan- Li Hewlêra Başûrê Kurdistanê di êrîşa li dijî avahiya Nûneriya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)’ê de nûnerê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbul hat qetilkirin. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çepên Kesk bi daxuyaniyan êrîş şermezar kirin.

KNK: Ev êrîş li hemberî hemû Kurd û Kurdistanê ye

Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî êrîşa çekdarî daxuyaniyek nivîskî weşand û destnîşan kir ku ev êrîş ne êrîşeke ji rêzê ye û ev biryareke stratejîk û peyamek e û wiha hat gotin: “Bi vê êrîşê ne tenê ofîsek, xebatkarek û endamekî KNK'ê hatiye hedefgirtin. Di vê êrîşê de yekitîya neteweyî ya gelê Kurdistanê, navend û mejiyê stratejîk ê gelê Kurdistanê hatiye hedefgirtin. Dijminên me, bi van êrîşan didin nîşandan ku çiqas ji yekitiya me aciz in û ditirsin. Pêwîst e her Kurd vê rastiyê bibîne û li gorî vê rastîyê jî tevbigere.

Em êrîşkaran nas dikin, ev êrîş berdewama êrîşên li ser Rojava, Şengal, Mexmûr, Zap, Metîna, Avaşîn, Silêmanî û bi giştî Başûrê Kurdistanê ye. Ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve hatiye organîzekirin û pêkanîn. Ger rojek zûtir ev kujer neyên girtin û yên di pişt wan de neyên eşkerekirin, neyên darizandin, berpisyar desthilatdariya herêmê û asayîşa Hewlêrê ye.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hate kirin ku êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî hemû Kurdistanê berdewam dike û wiha hat gotin: “Ev êrîş ne tenê li hemberî tevgera Kurdistanê ye, li dijî hemû Kurd û Kurdistanê ye.” Di daxuyaniyê de hat bibîrxistn ku li dijî van êrîşan divê xeta neteweyî bê xurtkirin û hemî hêzên Kurdistanî bibin yek û wiha got: “Em weke KNK’ê, li dijî van êrîşan gavan paşve navêjin, em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin, em ê li hemberî hemû êrîşan rawestin û xeta yekitiya neteweyî kûrtir bikin.”

KCD TJA û DBP’ê daxuyaniya hevbeş dan û gotin: Ên ku hevkariyê dikin wê hesab bidin

KCD,TJA û DBP’ê bi sernavê ‘Kudistan bûye navenda komkujiya li ser Kurdan’ daxuyaniya nivîskî ya hevpar dan û êrîş şermezar kirin û wiha hat gotin: “Ev demek dirêj e rejîma faşîst a Tirkiyeyê bi her awayî êrîşê destkeftiyên gelê Kurd dike, di van êrîşan de tu pîvanên navneteweyî nas nake, bi riya SÎHA’yan sivîlan qetil dike, çekên kîmyewî bi kar tîne, hiqûqa navneteweyî binpê dike, sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîne. Ji ber piştgiriya PDK’ê û bêdengiya hêzên navneteweyî, Tirkiye bi êrîşan zagonên navneteweyî nas nake. Di van rojên ku li dijî êrîşên li ser Şengal, Rojava û îxaneta li hemberî Kurdan de daxuyanî tên dayîn û meş tên li darxistin de, ev êrîşa ku li Hewlêrê pêk hat bi wate ye. Gelê me li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re nerazîbûn nîşan dide, yekitiya Kurdan diparêzin û di hewldanên mehkûmkirina îxanetê de ne. Ên ku êrîşî KNK’ê kirin di heman demê de êrîşî îradeya yekitiya gelan kirin.”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di vê pêvajoya Kurdistan ji çar aliyan ve ji aliyê mêtingeran ve hatiye dorpêçkirin de yên ku li şûna mil bidin gelê xwe, bi dagirkeran re şirîkatiyê dikin wê hesap bidin gel û wiha hat gotin: “Em careke din bang li gelê xwe, partî û saziyên Kurd dikin ku li dijî van êrîşan bi ruhê yekitiya neteweyî bertek nîşan bidin û rê li ber şerê navxweyî bigrin."

Partiya Çepên Kesk: Hewlêr bûye cihê sûîqesta li dijî welatparêzan

Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Çepên Kesk daxuyanî da û di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşa li ser KNK’ê êrîşek e li dijî yekitiya neteweyî ya Kurdan û destkeftiyên wan hatiye pêkanîn û wiha hat gotin: “Êrîşa li Hewlêrê ku bajarê Rêveberiya Herêma Kurdistanê ye, li KNK’ê hat kirin, êrîşek e ku li dijî yekitiya neteweyî ya Kurdan hatiye kirin. Em êrîşa li Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hatiye kirin, şermezar dikin. Bila serê xizmên Denîz Cevdet Bulbul ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest da û serê Kurdan sax be. Bi taybetî Hewlêr û Silêmanî, mixabin bûne baregehên sûîqest û êrîşên li dijî Kurdên welatparêz tên kirin.”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hêzên êrîş organîze kirine, bloka herî mezin a dijminên Kurdan in û wiha hat gotin: “Di demên dawî de êrîşên hevpar ên hêzên ku dixwazin destkeftiyên Kurdan tune bikin û hevkarên wan her ku diçe zêde dibin. Ji bo vemirandina ruhê yekitiya neteweyî ya Kurd serî li her riya qirêj didin. Ev êrîşa li dijî KNK’ê hat kirin, berdewama êrîşên bi armanca tunekirina destkeftiyên Kurdan e. Em nahêlin qetlîamên li çar aliyên Kurdan tên kirin, bibin ji rêzê û asayî. Li dijî bloka şer ku bi êrîşên li Hewlêr û Silêmaniyê dixwaze pirsgirêka Kurd mezintir bike, em ê berjewendiyên gelê xwe biparêzin û têbikoşin.”

Kongreya gel a Demokratîk: Ev êrîş me natirsînin

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku ev êrîş li dijî yekitiya Kurdan û îradeya gelê Rojhilata Navîn e û wiha hat gotin: “Piştî serdana wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan pêkanîna vê êrîşê ne tesadufî ye, desthilatdariya AKP-MHP’ê û dewletên li herêmê li hemebrî pêşeroja hevpar a gelên Rojhilata Navîn pêvajoyek metirsî hedef dikin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hilbijartina KNK’ê rasterast mudaxelekirina gelê Kurd ji bo qedera xwe bi xwe rê ve bibin û wiha hat gotin: “Hêzên ku xwe wek teşaronê kapîtalîst û emperyalîzme dibînin, dixwazin têkoşîna gelê Kurd ya yekitiya neteweyî ji holê rakin. Li avahiyek ku 24 saeten di bin çavdêriya asayîşa PDK’ê de pêkanîna êrîşek wiha hedef dikin ku pêlek nû ya kaosê û şerê navxweyî belav bike. Em ê ji her demê zêdetir jiyana hevpar a azad a gelan biparêzin. Duh li Îzmîrê Denîz Poyraz, îro li Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbul. Wê ev êrîş wê me netirsîne, berovajî wê îradeya me ya jiyana hevpar bi hêztir bike. Bi vê hes û fikrê em soza xwe ya jiyana hevpar a gelên Rojhilata Navîn û têkoşîna hevpar nû dikin û daxwazê ji hemû kesan dikin ku li dijî vê komployê têbikoşin.”