Bi deh hezaran kes komkujiya Parîsê şermezar dikin

Li Parîsê bi deh hezaran Kurd û dostên wan ji bo şermezarkirina dûyemîn komkujiya Parîsê meşek girseyî li dar dixin.

Navenda Nûçeyan – Di 23’ê Kanûnê de li paytexta Fransa Parîsê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de Emîne Kara pêşenga Tevgera Jinên Kurd, ji Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil jiyana xwe ji dest dan. Li dijî 2’yemîn komkujiya li ser Kurdan a Parîsê gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat daket qadan û ev komkujî şermezar kirin.

Îro li Parîsa paytexta Franse bi deh hezaran Kurd û dostên xwe bi armanca şermezarkirina Komkujiya Parîsê ya Duyemîn û bîranîna her sê şoreşgeran meşek girseyî li dar dixin. Di meşê de wêneyên komkujiya Parîsê bilind kirin. Di meşa ku li ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya dest pê kir, bi deh hezaran kes dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Serok Apo berz dikin û dimeşin.

Kurd û dostên xwe hêrsa xwe ya li dijî komkujiyê tînin ziman û daxwaz kirin ku ev komkujî were ronîkirin.