Bi bûneya 25'ê Mijdarê komkujiya Helincê hat bîranîn

Bi bûneya roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bi diruşma "Têbikoşe! Dagirkerî û tûndiyê têk bibe!”, jinên Kobanê şehîdên komkujiya Helincê bi meşekê bi bîranîn.

 
Kobanê - Di çarçoveya hemleya 25'ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya ser jinê de, jinên Kobanê, şehîdên komkujiya Helincê yên 23'ê Hezêrana 2020'an ji aliyê keşifa dewleta tirk ve hatin hedefgirtin û sê jinên rêveber jiyana xwe ji dest danbûn bi meşekê bibîranîn. Meş bi pêşengiya Desteya Jin û jinên Ciwan hat organîzekirin. Endam û rêvebirên Kongreya Star, Mala jin, Rêxistina Sara, Qada civakî, Weqfa Jina Azad, komîn û meclîs beşdarî meşê bûn. Di meşê de wêneyên şehîdên komkujiya Helincê hatin hildan û rê hevalên wan ên xebatê gul hildabûn. Meş ji ser rêya Helincê dest pêkir li pêşiya Muzexaneya Komkujiya Helincê bi dawî bû. Piştî deqeyek rêzgirtinê Seroka Desteya Jin a herêma Firatê Cîhan Derwîş axivî.
"Li beramberî tundiyê vîn pêwîst e"
Cîhan Derwîş bilêv kir ku ewê bi keda jinên pêşeng dagirkeriyê têk bibin û azadiyê misoger bikin û wiha pêde çû: "Rojane jin tên kuştin û revdandin. Tundiya li ser jinan tê kirin bandora xwe li civakê jî dike. Bi buneya roja 25'ê Mijdarê em tundiya li ser jin şermezar dikin. Em ê vê rojê veguherînin roja têkoşîn û azadiya herdû zayendan. Li beramberî her cure tundî divê êdî jin bêje bese ji tundî û kuştina jin re. Êdî dem hatiye ku jin ji koletî û tundiyê bê rizgarkirin. Wek em dibînin ku di herêmên dagirkirî de jin her roj rastî kiryarên dewleta tirk tên. Ji bo em vê tundiyê rakin, vînek bihêz pêwîste. Banga me li hemû jinên cîhanê heye ku em bi yek destî dagirkeriyê têk bibin li şûna wê azadiya jin bi ser bixin."
Paşê meşevan derbasî hundirê muzexaneyê bûn û li cihê ku komkujî pêk hat, gul danîn.
"Êrîşên dewleta tirk bi xwe tundiye"
Xunav Xelîl Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê jî balkişand ser armanca li darxistina meşê û wiha got: "Bi nêzikbûna roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, me xwest em meşekê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helincê li darbixin. Ev komkujî bi xwe jî tundiya herî mezine li ser jinan tê meşandin. Her sê jinên têkoşer li beramberî hişmendiya civakê û desthiladariya mêr-dewletê serî ne tewandin. Ji bo vê jî bûn armanca êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê. Her jineke serhildêr û têkoşer li beramberî tundiya herî li ber xwe bide û serî netewîne dibe armanca êrîşan. Raste jin tên qetilkirin û di komkujiyan re derbas dibin, lê li şûna wan bi sedan jin rêka wan dişopînin û hewl didin azadiyê misoger bikin û tola jinan hilînin. Dijmin bi hemû rêbazên xwe yê hov dixwaze tundiyê li ser jinan bide meşandin."