Bi boneya salvegera komkujiya Til Rifet li Şehbayê meşa bêdeng

Bi boneya salvegera 2'emîn a komkujiya Til Rifet li kantona Şehbayê meşek bêdeng hate rêxistinkirin û li helebê jî daxuyanî hat dayîn.

Şehba/Heleb - Bi serpereştiya Yekîtiya Rewşenbîran, alîkariya Tevgera Hîlala Zêrîn û Desteya Werzîş û Ciwnan ên herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hatina salvegera duyemîn a komkujiya Til Rifet meşek bêdeng li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê organîzkirin. Di meşê de malbetên şehîdên komkujiyê û endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amade bûn û wêneyên şehîdên komkujiyê hildan. Meşa ku hatiye li darxistin ji destpêka navçeya Fafînê heya goristana cangoriyên komkujiya Til Rifet domkir. Piştî deqeyek rêzgirtinê endama Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrîn Lava Sîdo daxuyanî bi zimanê kurdî xwend.
Lava di daxuyaniyê de dest nîşanî parastina mafê zarokan kir û wiha vegot:  "Zarok xetê sor in, divê mafê wan bê parastin. Li gor rêxistinên zarokian ên Cîhanê nabe mafê wan bê binpêkirin. Zarok xwedî ramanên paqij ên firîşteyan in û li gor hesabên oeyman û mîsaqan divê zarok neyên qetilkirin. Mixabin li pêşiya çavên dunyayê ew tên hedefgirtin û ji qada lîstokan tên mehrumkirin. Dagirkeran roja 2'ê Kanûna 2019'an destdirêjî zarokên Efrînê yên koçber ku li Til Rifet bûne, kir û birîneke kûr di dilê malbetê wan de vekir. Heke hezar sal jî derbas bibe wê ev birîn her nû bimîne. Em wek zarok dengê xwe bilind dikin û dibêjin banga me ji rêxistinên mafê mirovan û zarokan, meclîsa navnetewî dikin ku hûn peyam û mîsaqan ji bo parastina mafê zarokan datînin û imze dikin, divê hûn li ser rûyê erdê jî parastina wan ji qetilkirinê bikin.”
Meş bi diruşmeya"Şehîd namirin" dawî bû.
Li Helebê bîranîna komkujiya Til Rifet ê
Mamoste û xwendekarên taxa Şêx Meqsûd a bajrê helebê li dibistana Entuwan Eswed a ku dikeve taxa Şêx Meqsûd Şerqî bi beşdarbûna bi dehan zarok û mamosteyên dibistanê daxuyanî dan. Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê rêvebera dibistana Entuwan Eswed, Gulîzar Elî ve û bi zimanê Erebî ji aliyê xwendekar Rolyene hesen ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye: “Di roja 2’yê kanûna sala 2019’an de rûreşiya mirovahiyê siyeseta faşîst û bêwijdaniya dijmin careke din xwe da pêş. Gelê Efrînê û zarokên wê yên ku di Efrînê de rastî qetilkirinê û koçberkirin, êrîşkirina dewleta tirk a faşîst hatin û li ber xwe dan, piştî ku neçarî koçberiyê bûn jî êrîşên dewleta tirk li ser wan bi dawî nebûn. Di roja 2’ê kanûna 2019’an de êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Til Rifetê çêbûn û di encamê de 8 zarok şehîd bûn. Zarokên bê guneh ên ku li pêşeroja xwe digeriyan weke hemû zarokên li ser rûyê dinyayê di kolanên xwe dilîstin û di wê kêliyê de bûn hedefa hovîtiyeke qirêj. Di kîjan sîstemê de zarok tên hedefgirtin û kuştin? Îro di salvegera duyemîn a vê komkujiyê de weke mamosteyên Helebê em vê komkujiyê şermezar dikin û hemû êrîşên dewleta tirk li ser gelê sivîl şermezar dikin em bang li saziyên mafên mirovan û bi taybetî saziyên mafên zarokan dikin ku rê nedin dewleta tirk û ji bo kiryaren wê hesab jê bixwazin. Kes nikare pêşeroja me tarî bike. Ev zarokên bê guneh jiyana wan ji destên wan hat dizîn, bi hezaran zarokên din wê tola wan hilînin, em ê xewnên wan zarokan bikin rastî em ji bo pêşerojeke azad û aram soz didin nû wan.
Daxuyanî bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.