Bi boneya salvegera fermanê li Şehba û Kobanê jiyan hat sekinandin

Welatiyên Şehba û Kobanê bi wesîleya salvegera Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ser civaka Êzidî hatî kirin pênc deqeyan jiyan dan sekinandin.

Kobanê/Şehba – Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin û di encamê de bi hezaran gelê Şengalê koçberbûn, hatin revandin û ji komkujiyê re derbasbûn. Bi mûnasebeta salvegera fermanê Şengalê li Kobanê û Şehbayê rêz hat girtin û daxuyanî hatin dayîn.
Di salvegera fermanê de li Kobanê jiyan hat sekinandin
Di 3`ê Tebaxa 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê êrîşî Şengalê kirin û komkujiyeke mezin çêkirin. Her wiha bi sedan malbat koçber bûn, bi sedan jin û ciwan hatin revandin ku heta niha çarenûsa gelek ji wan ne diyare. Ew komkujiya ku bi fermana 74`an tê bi nav kirin, di dîroka civaka Êzidî de fermana herî mezin û hov e. Bi vê boneyê îro di salvegera 7.emîn ya fermanê de Şêniyên Kobanê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Kongreya Star, hêzên ewlekariyê, sazî û dezgehên civaka sivîl li pêşiya mal û navendên xwe deqeyek rêzigrtin sekinînin.
"Bi fermîkirina jenosîdê dê rê li ber dûbarabûna fermanan bê girtin"  
Hevseroka Ofîsa Kar û Barên Rêxistinên Mirovahî li herêma Firatê Bêrîvan Îsa komkujiya Şengalê bi bîr anî û nêrîna xwe wiha anî ziman: "Em weke xebatkarên Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji bo bîranîna fermana Şengalê deqeyek rêzgirtin sekinîn. Bi vê boneyê em dixwezin bêjin ku divê êdî komkujiya Şengalê weke jenosîda were nas kirin û fermî kirin. Ji ber ku civaka Êzidî rojane bi gefan û dubarabûna fermanê re rû bi rû dimînin. Weke me dît jî hemeleyeke haştagê li ser medyayên mecazî hat dest pê kirin da ku komkujî weke qirkirin were raghandin û statûya Şengalê were pejirandin. Raste çend welatan pejirand lê em hêvî dikin ku gavên piratîk jî werin avêtin."   
Li Şehbayê bîranîna Fermana 74'an  
Bi armanca bîranîna cangoriyên fermana 74'an ê li ser civaka Êzîdî bi deste DAIŞ'ê pêk hatiye, gelê Efrîn 5 deqe rêzgirtin. Piştî 5 deqe rêzgirtin Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê daxuyanî ji bo şermezarkirina komkujiya Şengalê dan. Di daxuyaniyê de bi dehan endamên Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê, nûnerên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amade bûn. 5 deqe rêzgirtin û daxuyanî li navenda Çand û Huner a navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hat dayîn.
Daxuyaniya ku ji aliya Endama Yekîtiya Êzdiyên Efrînê Orîvan Menen ve hate xwendin wiha bû: "Piştî derbasbûna 7 sal li ser fermana qirkirinê ku ji yek navendekê tê birêve birin ew jî zihniyeta şofonîst a Tirkiyê ye û bi destê DAIŞ'ê di dîroka 3'yê Tebaxa 2014'an hate destpêkirin û hê didome. Hemû Rêxistin, Lekolînên stratîjîk û piraniya Rêxistinên navnetewî û mafên mirovan ew komkujî weke komkujiya herî mezin a sedsalê dan nîşandan. Di dema ku cîhan di serdema teknolojiya pêşketî û cîhanbûn û serdema geş a mafê mirovan de dijî lê belê derheqê gelê kurd û bi taybet gelê Êzdî qetilam tê meşandin, mebasta pêkanîna fermanê rakirin û tunekirina koka Êzdî ya resen û hilweşandina hebûna wan e. Ji ber ne edalet û bê mafiya dewletên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan gelê Êzdî rû bi rû rastî qetilkirin, talankirin, revandin û tecewîzê hatin, ruxmî ku DAIŞ'ê hêza terorê ya yekem di cîhanê de ye ewqas kiryar li ser gelê Şengalê dan meşandin lê Hikumeta Bexdayê û Partiya Demokrasiya Kurdistanê tu helwestek cidî ji bo parastina xelkên Şengalê nîşan nedan, berovajî wê herdu alî jî ketin nava tegihêştinekê û li ser gelê Şengalê peyman imzekirin. Heya roja îro bi hezaran jinên Êzîdî di destê DAIŞ'ê de hene û çarenûsa wan ne diyar e lê belê bêdengiya hemû alî, sazî û rêxistinan sihê dide ser vê rastiyê.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate got: "Partiya Demokrasiya Kurdistanê (PDK) heya niha hewildide bi hemû rêbazan diyaloga aştiyane navbera Hikumeta Bexdayê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Şengalê asteng bike ev jî dide nişandan ku PDK'ê di biryara piştgiriya dijminê kurdan de dewam e û bi israr e. Ger destwerdana Tevgera Azadiya Kurdistanê nebuya dê felaketek cîhanî mîna komkujiya Ermeniyan bihatiba jiyîn. Em 12 şoreşgerên azad ên ku bi sedhezaran êzîdî xilaskirine silav dikin. Ev 7 sal li ser vê karîsta mirovî re derbas dibe û êşa gelê me yê êzîdî kurtir dibe, nalîn û qêrîna êzdiyan di encama dorpêç û balafirên keşfê yên dewleta tirk a dagirker bê navber digere û bombebaran dike. Em weke Yekîtiya Êzdiyên Efrînê van kiryarên tewanbar, civaka navneteweyî û bi taybet Netewên Yekbûyî ji nepejrandina fermanê weke jenosîd re şermezar dikin. Banga me ji gelê me yên kurd re bi giştî û bi taybet gelê Êzîdî, hêzên netewî, saziyên Kurdistanê û civaka sivîl heye ku hemu bikevin tevgerê ku koçberên Şengalî û jinên êzîdî ku heya niha çarenûsa wan ne diyare vegerînin warê wan."