Bi boneya Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd YRJ’ê panelek lidar xist

YRJ’ê bi boneya Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd û salvegera şehadeta rojnamger Gulbetellî Ersoz li Qamişloyê bajarê Rojavayê Kurdistanê, panelek lidar xist.

Qamişlo – Yekem edîtora jin a Kurd li Tirkiyeyê Gurbetellî Ersoz ku di sala 1993’an de dest bi rojnamgeriyê kir di 7’ê Cotmeha 1997’an de jiyana xwe ji dest da. Ev roj wekî "Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd" hat ragihandin. 29 sal in bi çalakiyên cihêreng û daxuyaniyan ev roj tê bibîranîn.

Li Rojavayê Kurdistanê jî rojnamgerên jin ên ku di oxira rastiyan û belgekirina dîrokê de roleke girîng lîstin û yên heta niha têdikoşin, sozên xwe yên şopandina rastiyan nû dikin.

Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) li avahiya xwe ya li bajarê Qamişloyê, bi beşdarbûna dehan rojnamevanên jin ji sazî û dezgehên çapemeniya xweser û giştî, panelek li dar xist.

Piştî deqeyek rêzgirtinê rojnamevan Gulistan Xalid û Endama Meclisa YRJ’ê Yara Mihemed panêlê birêve birin.

‘Gurbetellî Ersoz di qada rojnamegeriyê de modela rojnamgeriya jinan afirand’

Gulistan Xalid di destpêkê de got ku Roja Rojnamgeriya Jinên Kurd ne tenê rojeke bîranînê ye û wiha berdewam kir: “Ew roja nirxandina mîrateya ku em îro li ser dimeşin, lêhûrbûn û ezmûnên xwe yên salan e. Çimkî Gurbetllî Ersoz di qada rojnamegeriyê de modela rojnamgeriya jin jî pêşkêş kir û girîng e em li gorî vê modelê her xwe nû bikin. Ji lewe bi lez nûçe gihîştandin û bûyer şopandin pisporî bi pêş nekeve çimkî paşxaneya bûyer bi awayekî baş nayê teyîsandin. Di rojnamgeriya îro de bê bîrdozî bê modelbûn û bêpîvanbûn e. Ji lewre ya herî girîng pêwîstiya wan bi bîrdozî û xetbûyînê heye jin in û yên jê girîngtir jî gava ku jin rojnamger bin.”

‘Rojnamgerî şoreşgerî ye’

Gulistan Xalid rojnamgeriyê wekî şoreşgerî pênase kir û wiha pêl da gotinên xwe: “Çimkî taybetmendiyên rojnamevanan taybetmendiyên şoreşgeran in, ji ber ku herdu jî li pey heqîqetê dibezin, ji bo bindestan û bêdengan her di nava têkoşînê de ne. Rojnamvevan jî dibe dengê bêdengan û bindestan ligel dengê kesên ku nayên dîtin û naskirin. Lê dewletên îro xeta çapemeniyê xistiye bin kontrol û bandora xwe, ji lewre êdî niha rojnamevan bi zimanê dewletê diaxivin û li dijî sîstemê dernakevin.”

Girîngiya îradeya kolektîf û perspektîfa avakirina civakê û têgihîştina wê

Gulistan Xalid got ku ger rojnamevanên jin bi taybetî xwe nû nekin û bi pêş nexin wê klasîkbûyîn bi pêş bikeve û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ji lewre divê em malperên medyaya dîjîtal baş bikar bînin, perspektîfa avakirina civakê û têgihîştina wê bidin pêş. Ji lewre divê ku îradeya kolektîf a saziyên çapemeniyê û dezgehên wê yên jin û giştî her hebe û bi vê armancê xizmeta civakê û ragihandina wan bikin. Çimkî civaka me hewcedariya wê bi bawerî û hêviyê heye, ji ber civaka me rû bi rû yê ewqas êrîşên dijwar û hov tê ku rê li ber şikandina hêvî û baweriya wê vedike.”

‘Rojnamegerên jin pirsgirêkên civakê dîtin û ji birînên wan re bûn derman’

Paşê Yara Mihemed qala rojnamgeriya jin li Rojavayê Kurdistanê kir û di serî de rojnamevanên jin ên di oxira belgekirina dîrokê de canê xwe dan jê Dilîşan Îbîş, Cîhan Bîlgîn, Dilovan Gever, Denîz Firat û gelek rojnamevanên din bibîr anî û wiha berdewam kir: “Rojnamevanên jin dikaribûn bi reng, nasname, fikr û mêzekirina xwe ji êşên civakê re balê bikşînin ser dozên herî girîng û jê re bibûna cihê çareseriyan. Eger rojnamegeriya Kurdî nebûya wê kesê ji bo civaka me tiştek nekira. Ji lewre nasnameya me ya kurdewarî li hemberî xeterê ye divê em bizanibin çawa biparêzin, di destûr û hiqûqê de çawa misoger bikin.”

Yara Mihemed bal kişand ser zehmetiyên rojnamevanên jin pê re rû bi rû dimînin û got ku heta niha rojnamevan bi astengî û paşguhkirinê re rû bi rû dimînin lê tekez kir ku li hemberî gotina ku ev ne karê te ye û tu nikarî, jinên rojnamevan bi îsrar li ber xwe didin. Di heman demê de bal kişand ser rola rojnamevanên jin di misgogerkirina destûrî û zagonî ji bo destekftiyên jinan li Rojavayê Kurdistanê û tekezî li ser bilindkirina dengê jinan kir.

Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.