Bi boneya Cejna Êzî li şehîdgehê çira pêxistin

Bi boneya hatina cejna Rojiyên Êzî ya Feqîran, xelkê Şengalê li şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgêş çira pêxistin.

Şengal – Civaka Êzidî bi hatina cejna Rojiyên Êzî ya Feqîran berê xwe dan şehîdgeha şehîd Dilgêş û şehîd Berxwedan û bi pêxistina çirayan cejna Rojiyên Êzî li cangoriyên ku di oxira rizgarkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest dan pîroz kirin.

Duh seatên êvarê di êvara Cejna Êzî de civaka Êzidî ji 7 salî heya 70 salî berê xwe dan Şehîdgeha Şehîd Dilgêş û Şehîd Berxwedan ya li çiyayên Şengalê û li ser gorên cangoriyan çira pêxistin.

Nurî Şengalî ku êvara Cejna Êzî li Şehîdgehî amade bibû ev cejin li her kesî pîroz kir û got: “Em cejna Êzî serî de li hemû şehîdan pîroz dikin û li civaka xwe jî pîroz dikin. Em tu car şehîdên xwe ji bîr nakin, hemû şehîdên axa me ya pîroz in. Em di her cejnê de tên di serî de li gel şehîdên xwe cejnên xwe pîroz dikin û ji xwedî dua dikin ku riya wan ya heq her parastî be. Dubare ez vê cejnê li her kesî pîroz dikim.”

Hêjayê gotinê ye ku ev hefte cejna Rojiyên Êzî ya Feqîra ye û hefteya bê cejna Rojiyên Êzî ya giştî Êzidyan e.