Bi boneya Çarşema Sor li Şengalê serdana goristanan hat kirin

Bi boneya Çarşema Serê Nîsanê ku di baweriya êzidatiyê de tê wateya avabûna cîhanê, jinên Êzidî çûn ser serdana goristana kesên di berxwedana Şengalê de jiyana xwe ji dest dane.

Şengal Çarşema Sor ku di meha Nîsanê de pêk tê, di baweriya Êzidiyan de xwedî cihek mezin e. Ji bo gelê Êzidî meha Nîsanê tê wateya ku hatina gel hev a hemû xweşiktiyên xwezayê. Êzidiyên ku di çarçoveya baweriya xwe de cejna Çarşema Sor pîroz dikin, vê rojê bi navê Qewl ê taybet duayan dixwînin û vê rojê bi coşek mezin a cejnê pîroz dikin. Li gorî salnameya Êzidatiyê, bi destpêkirina meha Nîsanê re em dikevin saleke nû. Meha Nîsanê tê wateya avabûna cîhanê.

Rojek beriya cejnê hemû amadekarî têne kirin û sibehê jî bi rojê re êzidî diçin goristanê. Piştî goristanê bi çûyîna serdanan cejna xwe di nav kêf û xweşiyê de pîroz dikin.

Îsal jî bi heman rengî êzîdî cejna xwe pîroz kirin. Êzidî îro bi rojê re çûn Şehîdgehê ser gorên kesên ku di berxwedana Şengalê de jiyana xwe ji dest dane.

‘Ev meh bibe meha xweşî û başiyê’

Têkildarî cejnê jinên Êzidî yên Şengalê. Gulê Mêşo diyar kir ku ew di her cejnê de serdana goristanan dikin û wiha got: “Ez vê cejnê di serî de şehîdan hemû Êzidiyan pîroz dikim. Ji aliyê din ve ev meh ji hemû mehan xweşiktir e lê bes beriya fermanê hîn xweşiktir bû. Hêvîdar im ev meh bibe meha xweşî û başiyê.”

Neam Elyas jî ev tişt anî ziman: “Îro sibeha Çarşema Serê Nîsanê ye û em jî hatine ser gorên şehîdên xwe. Ez vê cejnê li hemû şehîdan pîroz dikim û bibe cejna xweşiyê.”