Bi boneya 8’ê Adarê şanoya li ser jiyana 8 jinan

Bi boneya 8’ê Adarrê Roja Jinên Cîhanên Şanoyek ji bo balkêşandina li ser tundîtujiya li beramberî jinan hat nîşandan.

Silêmanî - Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de li Hola Tewar a bajarê Silêmaniyê rêxistina leyîstikvanên geşepêdanên Hunerî şanoyek bi navê ‘Çapa nehemîna gehwerê’ nîşandan. Şano bi nivîsandina senaryoya Mehmud û bi derhêneriya Berhem Kakezale hate amadekirin. Naveroka şanoyê li ser êşa jinan ya di nava civaka mêr salarî debû. Di vê şanoyê de peyamek ji bo piştgiriya li beramberî tundî tujiya jinê hat dayîn. 
Çiroka şanoyê li ser ziyareta 8 jinan bû ku her yek ji wan pênaseya ew jinên ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û di bê nasname sipartine axê vedibêje.