Bi boneya 25’ê Mijdarê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin meşiyan
Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li Dijî Jinê li hemû deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin bi meşên girseyî rabûn û daxwazên xwe li qadê anîn ziman.
Navenda Nûçeyan - Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li Dijî Jinê li navçeya Til Temir a Kantona Hesekê, Qamişlo, Kobanê, Heleb û Şehbayê meşên jinan ên girseyî hatin lidarxistin. Jinên bin diruşma "Têbikoşe! Dagirkerî û tundiyê têk bibe" daketin qadan helwesta xwe ya li hemberî deshilatiya mêrê serdest a dibe sedema qetilkirinên jinan nîşan dan.
Qamişlo
Bi boneya 25’ê Mijdarê welatiyên Qamişloyê meşiyan. Meş ji Çarxerêya Osman Sebrî dest pê kir û li Çarxerêya Şehîd Rûbar veguherî mêtîngê Piştî deqeyek rêzgirtinê Berdevka Kongreya Star a Kantona Qamişlo Şaha Xelîl axivî.
Şaha Xelîl bal kişand ser kuştinên jinan ên heya niha didomin û wiha domand: “Ji ber berxwedana Xwişkên Mîrabal, NU 25'ê Mijdarê li ser asta cîhanê weke roja têkoşîna li hember tundiya li ser jinê pejirand. Jin her dem azadîxwaze û tundiyê qebul nake. Em îro dizanin ku bi hezaran kuştinên jinan di bin navê namusê de tên kirin. Em ne nemusa zilamin, namusa me azadiya me ye. Em li beramberî zihniyeta pênc hezar salan derdikevin û dibêjin ku jin ji bo namusê tê kuştin. Di dîroka dunyayê de ên ku hêza herî metirsîdar DAIŞ şikand, hêzên me yên jinê bû. Bi berxwedana jinê careke din şoreş vejîn dibe. Em ê ne tenê di roja 25'ê Mijdarê de roja tekoşîna jinan bi bîr bênin. Bi fikrê Serok Apo dê hemû rojên me tekoşîn be.
Heta jinek li cîhanê dibin tindiyê de hebe, em ê hewila rizgarbûnê bidin.
Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişlo Ibtîsam El-Huseyîn jî diyar kir ku dê di 30’ê Mijdarê de mesa mêran a xweser li bajarê Qamişlo ji bo piştgiriya jinan û pêrozkirina vê rojê were lidarxistin û wiha pêde çû: “Bi pêşengiya Kongra Stra ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî îro çalakî tên lidarxistin. Ev roj, rojeke dîrokî ye ji bo jinan û giringiya wê heye ji ber ku ev roj bû berdewamiya berxwedan û tekoşîna jinê ya bi hezarê salan. Jin li ser piya ne, ji xwe ev çalakiya me ji 20’ê Mijdarê ve dest pê kiriye, dê heta 10’ê Kanûnê bidome. Bi boneya vê rojê çalakiyên cur be cur tên lidarxistin, çi semîner û çi jî civîn. Her wiha perwerdeyên taybet ji bo mêran dê werin dayîn ji bo vê rojê û 30’ê Mijdarê meşek xweser ya mêran dê were lidarxistin.”
Meş bi diruşmên “Jin jiyan azadî” bidawî bû.
Kobanê
Jinên herêma Firatê û şandeyek ji Desteya Jin a Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava beşdarî meşa li dijî tundiyê bûn. Meş ji aliyê Kongreya Star ve hat organîzekirin. Jin li qada Şehîd Egîd kom bûn û dest bi meşê kirin, li Qada Jina Azad bi dawî bû. Jinan wêneyên jinên ku rastî tundiyê hatine, jinên ku hatine kuştin û yê dawî li jinan xwe anîne, alên Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan, pankartên,"Na ji tundiya li ser jinê re" , "Na ji dagirkeriyê" , "Tundiya li ser jinê tundiya li ser civakê ye", "Ez Bawerim ku jina Kurd, azadî, rûmeta xwe wê qezenc bike R.Apo”, "Wê têkoşîna jin tundiyê têk bibe" û "Jin jiyan azadî" hatin hildan. Piştî deqeyek rêzgirtinê, axaftin ji aliyê Seroka Desteya Jin a Bakur Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro û Berdevka Koordînasyona Kongreya Star ya herêma Firatê Mizgîn Xelîl ve hatin kirin.
"Mil bi mil em ê tundiyê ji holê rakin"
Cînah da zanîn ku bi têkoşîna hemû jinan ew ê dagirkeriyê têk bibin û azadiyê jinê bi dest bixin û wiha berdewam kir: "Li ser navê jinên Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava em berxwedana jinan silav dikin. Bi saya têkoşîna jinên pêşeng em îroj dijîn. Destkeftiyên ku îro me qezenckirine bi saya şehîdên jin ê ku ji aliyê dewleta tirk ve hatin qetilkirine. Çîroka Xwişkên Mîrabal a têkoşînê bû numune ji tevahî jinên cîhanê re. Her roj jinên li herêmên dagirkirî ji aliyê dewleta tirk ve tên hedefgirtin û rastî hemû cureyên tundiyê tên. Îro jî piştî ku şer û alozî li Sûriyê dest pêkir gelek jin bun qurbaniya wan şeran, tundiya herî hov li ser jinan hat kirin, li rex wê hişmendiya zayendperest ku li ser jinê tê ferzkirin. Her wiha jin di koçberiyê re derbas bûn, li beramberî vê tundiyê û gefên çeteyan li ser jinan her kes bêdenge. Jin li Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di nava dojehê de ne. Banga min ji komelayên azadîxwaz û hemû jinên cîhanê re heye ku em hemû jin dest bi hevdûdin da ku em dawî li tundiyê bînin."
"Jin wê ber bi azadiyê ve bimeşin"
Mizgîn Xelîl jî balkişand ser roja têkoşîna li dijî tundiyê û wiha pêde çû: "Di kesayeta Xwişkên Mîrabal de em hemû şehîdên têkoşîna jinê bi bîr tînin. Jinên ku li dijî desthiladarî, gef, kiryar û tundiya ser jinan li ber xwe dane rêya me ronî dike. Em jî wek jinên li herêma Firatê emê têkoşîna wan bidomînin. Em wek Kongreya Star têkoşîna xwe bidomînin heye ku hemû jinan ji koletiyê rizgar bikin. Em soz didin hemû jinan em li dijî hemû cureyên tundiyê li ber xwe bidin. Li hemberî her cure êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Banga min ji tevahî jinan re heye ku em dest bi dest li beramberî dagirkeriyê bisekin û xeta azadiyê ji xwe re esas bigrin.
Meş bi diruşma "Jin jiyan azadî" û "Na ji dagirkeriyê re, erê ji azadiyê ye" bi dawî bû.
Til Temir
Meşa ku ji ber avahiya SMŞ'ê dest pê kir, li dawiya kolana Filistîn qediya. Di meşê de qenîneyên avê ku kevir di hundirê wê de bûn, bi armanca bihîstina dengê jinan wekî rengek ji rengê protestoyê tê bikaranîn, hatibûn rakirin. Jinên Kevana Zêrîn bi cil û bergên xwe yên Kurdî û erbaneyên xwe tevlî meşê bûn. Jinên di meşê de diruşma “Jin jiyan azadî” diqêriya wêneyên jinên berxwedêr wekî Sakîne Cansiz û Sosin Bîrhat hatin bilindkirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Welîda Botê axivî.
Weîda Botê wiha got: "Roja bi Xwişkên Mîrabal hatiye pênasekirin, di rastiyê de îro bi hezaran Xwişkên Mîrabal ên ku têkoşîna jinan heya roja îro anîne çêbûne. Mînaka wê jî Sakîne Canisz, Fîdan Doxan, Leyla Şaylemez, Fatma, Sêvê, Pakîze, Zehra, Leyla Agirî, Hind, Seda û bi hezaran jinên ku bi têkoşîna xwe di rûpelên dîrokê de, navên wan hatine nivîsandin û xwedî li dîroka xwe derketine hene. Destkeftiyên ku ewqasî bi nirx û giranbuha hatine bidest xistin, encama têkoşîn û xebata jinên li hemberî hişmendiya mêr û desthilatdar bûye. Têkoşîna me li hember hişmendiya desthilatdar a ku jinê qebûl nake ye. Rojên me hemû roja 25'ê Mijdarê ne. Li hember dagirkerî, faşîzm û dîktatorê mezin Erdogan jin bûne hêz ku jina rêxsitinkirî wekî metirsiyekê li ser xwe dibîne. Divê em jin li hemberî deshilatê asta têkoşînê bilind bikin û li her derê nerazîbûnên xwe bi çalakiyan bînin ziman."
Meş bi silogana "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.
Şehba
Bi boneya Roja Tekoşîna Navnetewî ya li Dijî Tundiya li Hember Jinê, Kongreya Star a herêma Efrîn Bakur- Rojhilatê Sûriyeya-Rojava bi diruşmeya "Têbikoşe dagirkerî û tundiyê têk bibe" meşiya. Bi hezaran welatiyên herêma Efrîn tev sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşdar bûn. Meşvanan pankertên bi nivîsa"Jin jiyan e","Na ji tundiyê re","Na ji xwekuştina jinê re" û "Tundiya li ser jinê tundiya li ser civakê ye" hildan. Meşê ji destpêka navçeya Fafîn a kantona Şehbayê despêkir li qada navçeyê b diruşmên "Na jin tundiyê re" û "Jin jiyan azadî" dawî bû. Meş li qadê vegeriya mêtîngê. Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê Kongreya Star hevseroka Meclîsa herêma Efrîn Şîraz Hemo axivî.
Şîraz Hemo balkişand ser giringiya rojê ji bo têkoşîna jinan û got: "Bi hatina roja cîhanî ya tekoşîna li dijî tundiya li ser jinê re em berxwedan jinên di eniyên şer de li berxwe didin silav dikin. Civaka jina azad di nav xwe de nahewîne ew civak bê bingeh û wate ye. Civaka ku jin di navê de azad û xwedî rol be ew civakek serkeftî ye û mohra xwe li dîroka azadiyê dide. Deverên ku jin tê de serkeftî û xwedî hêz e ew dever ji aliyê dewlet û hêzên dagirker ve tên hedef girtin. Terora DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê jinên qehreman û têkoşer ve hat tunekirin. Li deverên dagirkirî careke din mafê jinê tê çewsandin û bi tundiyê re ru bi ru dimîne.”
Meş bi diruşma "Jin jiyan azadî" dawî bû.
Heleb
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê, kongra Star a bajarê Helebê meşek girseyî lidarxist. Endamên çand û hunerê bi cilên filiklor beşadarî meşê bûn. Di meşê de pankertên bi nivîsa “Jin jiyana azadî”, “Tekoşîna jinê dê tundiyê bişkîne”, “Jin jiyane jiyanê nekuje”, “li hember hemû cûreyên tundiyê xwe biparêzin”, “na ji qirkirin û dagirekriyê re em ê jinê û jiyanê biparêzin” û “jina zane jiyanê xweşik dike” hatin hildan. Meş ji pêşiya jêrzemîna yasîn a dikeve taxa Şêx Meqsûda Xerbî dest pê kir heta çerxeya Rêber Apo a ku dikeve taxa Şêx Meqsûd Şerqî dewam kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê Kongra Star a bajarê Helebê Nehle Mistafa axivî.
Nehle Mistafa got: “25’ê Mijdarê roja tekoşînê li dijî şideta li ser jinê ye tekoşîna jinê ji dîrokê de heta roja me ya îro qet ranewestiya ye, bi hemû şêwazan dewam dike. Jin her tim şerê zihniyetên ku jin paş xistiye dike. Bi hezaran jin ji bo ku mafê xwe bi dest bixe di nava çalakiyan de ne, ji bo ku hebûna jin di jiyanê de bidin rûnişkandin û mafê xwe bigire. Li hember vê yekê tekoşînek mezin ji aliyê jinê ve pêwîste. Her ku jin xwe bi rêxistin bike ewqas hêzên hegemon û hêzên ku dixwezin jinê bişkînin lawaz dibin. Di oxira azadiya jinê de me dît bi hezaran jinên tekoşer jiyana xwe ji dest dan, weke Şekîne Cansiz, Leyle, Fîdan, Hebûn, Yadê Eqîde, Gulê Selmo. Em dibînin jin bi fikira azad tekoşîna xwe dewam dike. Banga me ji hemû jinên cihanê re ewe yekîtiya xwe xurt bikin û tekoşîna xwe bilindtir bikin li heber hemû cûreyên şidetê.”
Li ser navê Rêveberiya Giştî a taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê a bajarê Helebê jî Sekîne Çerkes axivî û got: “Di vê rojê de çirûska tekoşîna jinê bilind bû. Dê jin bi rêxistinkirina xwe mafê xwe bi dest bixin û dagirkeriyê têk bibin. Hêza jinê jî têrê dike. Heya jinek bindest heye em qet dev ji xebata xwe berndin, lê di serî de divê jin azad bibe. Dê ev yek jî bi xwe rêxistinkirin û bilindkirina tekoşîna azadiyê bê bidestxistin.”