‘Bi biryara siyasî mafê malbatan ê definkirin û girtina şînê hat binpêkirin’
Parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel der barê nehiştina anîna cenazeyên rojnameger Cîhan û Bîlgîn Nazim Daştan de axivî û got: “Mafe malbatan ê definkirin û girtina şînê hat binpêkirin. Ev biryar siyasî ye û ji derveyî hiqûqê ye.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Şirnex- Cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, nehiştin bînin Tirkiyeyê. Di nava heyeta ku sê rojan li Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li Silopiya Şirnexê ji bo cenaze bigrin man de, rêvebara navenda giştî ya OHD’ê parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel jî hebû, li ser mijarê ji ajansa me re nirxandin kir.
Ayşe Şehrîban Demîrel, got ku heta çûne ber deriyê sînor jî wezaretan destûrên pêwîst dane lê li ber derî bi rewşek dijber re rûbirû mane. Ayşe Şehrîban Demîrel, li ser pêvajoyê ev agahî dan: “Bi heyeta ku ji 8 kesan pêk dihat re roja duşemê (6’ê Çileyê) em çûn ber Deriyê Sînor ê Xabûrê. Di vê pêvajoyê de hem saziyên fermî, hem jî wezaret dizanibûn ku em ê ji bo girtina cenazeyan ji sînor derbas bibin. Ji bo vê yekê em hîn bûn ku wezaretên têkildar jî destûr dane. Piştî destûr hatin dayîn em bi malbatan re çûn ber deriyê sînor. Ji dema em çûn ber deriyê sînor û pê ve, tevî destûr hatibûn dayîn jî em bi astengiyên cuda re rûbirû man. 3 rojan em li ber deriyê gumrikê hatin sekinandin. Her dem bi hinceta ‘pergal xirabe ye û arize heye’ me dan sekinandin.”
‘Mafên zagonî hatin binpêkirin’
Ayşe Şehrîban Demîrel bal kişand ku bi van astengiyan, dewleta Tirk zagonên xwe binpê kiriye û wiha domand: “Li dijî hincetên hatin nîşandan, di hevdîtinên ku parlamenteran bi wezîrê karên hundir û derve re kirin de diyar bû ku ev astengî ji bo negirtina cenaze tên derxistin. Piştî çend rojan me fam kir ku dê wezaret tu carî destûr nede em cenazeyan bigrin. Bi vê yekê zagonên navneteweyî û yên Tirkiyeyê hatin binpêkirin. Em dikarin bibêjin ku dijberî makezagona xwe hereket kirin. Diviyabû mafê definkirina Nazim Daştan û Cîhan Bilgin û şîngirtinê ji malbatên wan re hebûya lê ev yek bi astengiyan û biryarên siyasî hat binpêkirin. Ev bi temamî biryareke siyasî û kêfî ye.”
‘Em ê serlêdana sûc bikin’
Ayşe Şehrîban Demîrel ragihand ku ew ê li ser çend rojên bi îşkence, sekna li ber deriyê sînor serlêdana sûc bikin û wiha bi dawî kir: “Bi vê yekê ji aliyekî ve zagon hatin binpêkirin, ji aliyekî ve jî hem li cenazeyan, hem jî li malbatan îşkence hat kirin. Ev daxwaz bi temamî hiqûqî bû. Tevî ku ji malbatan re hat gotin ku ‘destûr hatiye dayîn’ jî rastî muameleya xirab hatin. Îşkenceya ku bi nedayîna cenazeyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hat kirin û muameleya xirab, her wiha ji ber binpêkirina hiqûqê em ê serî li cihên pêwendîdar bidin. Em ê li ser mijarê serlêdana sûc bikin.”
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku cenazeyên wan nehatin dayîn dê îro li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi merasîmek werin definkirin.