'Bi avakirina meclis û pêşxistina projeyan nêrîna civakê hat guhertin'
Hevseroka Meclisa bajarokê Til Mejdel ê Kantona Hesekê Sacîda El-Esed got ku wan bi têkoşîna xwe dikaribûn hişmendiya civakê û êlên Ereb li hemberî rastiya jinan biguherînin û ji bo pêşxistina projeyên giştî û yên jinan di tevgerê de ne.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Piştî hilbijartinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2017'an de hat lidarxistin, ji nû ve komîn û meclisên bajarok, navçe, bajar û kantonan ve hatin çêkirin heya ku herêm hatin avakirin. Di van komin û meclîsan de tevahî pêkhateyên heremê cih digrin. Hevseroka Meclisa bajarokê Til Mejdel ê Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sacîda El-Esed behsa bandora perwerdeyan û pêşxistina projeyên giştî û yên jinan kir.
Di jiyanê de yên herî çalak jin in
Sacîde El-Esed di destpêka axaftina xwe de got ku wan bi avakirina meclisan re bêtir civakê li dora xwe kom kirine û wiha domand: "Ji bo ku civakê bi xebat, armanc û têkoşîna xwe bidin nasîn me mekanîzmaya perwerde, civîn, semîner û danûstandinên bi civakê re xist dewreyê. Kêlî bi kêlî, pêl bi pêl civak hîn bêtir bi hemû aliyên xwe li dora komin û meclisan bûn xelek. Bêguman a herî zêde çalak e di jiyanê de û wekî kaniyê diherike jin e, ji lewre me girîngî da perwerdekirina jinan û firehkirina asoyên fikir û zanekirina wan. Di meclis, komîte û komînan de cih girtin û beşdarî hêzên cewherî bû bi rihê berpirsiyariya parastina welat û avakirina jiyana nû têkoşiyan. Li gorî pêvajoyên ku herêma me tê re derbas dibe, em wane û semîneran didin civakê. Her wiha me dest bi perwerdeyên bîrdozî yên girtî û vekirî kiriye li meclisê, kesên bixwazin jî dikarin beşdar bibin."
'Em hewl didin projeyên aborî bi pêş bixin’
Sacîde El-Esed da zanîn ku li kêleka birêxistinkirina civakê projeyan jî bi pêş dixin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Pêwîstiya civakê bi pêşxistina aboriyê heye da ku bikaribin di rojên zor û zehmet de bêçare menînin ango tengasiyan nejîn. Ji bo wê jî em hewl didin projeyên aboriyê di nava civakê de bi pêş bixin. Ji bo ku bêkariya li herêmê kêm bibe û jin xerîdar bibin hilberîner di civaka xwe de. Di rojên pêş de projeyên ku em ava bikin hene lê divê ku hîn bêtir aliyên têkildar piştgirî bidin, ji ber erdnîgariya herêmê berfireh û nifûsa wê jî mezin e."
'Nêrîna êlên herêmê jî dan guhertin'
Sacîde El-Esed got ku êlên Ereban ên herêmê ku xebatên me red dikirin îro kar dikin û wiha pêl da gotinên xwe: "Bêguman meşa me, ne ji rêzê ye, ne tiştekî biçûk e. Em mezin difikirin, ji lewre di xebatên xwe de em bi îsrar in. Êlên Ereb ên herêmê xebatên me nedipejirandin lê paşê fêm kirin ku ev têkoşîn û xebat ji bo xizmeta gelê herêmê ye, hatin û wan jî xwe birêxistin kirin. Kêm jî be, em dikaribûn hişmendiya êlên li hemberî hebûna jinan û civakê bi giştî bidin guhertin. Me gelek caran jî civîn bi wan re çêkir û pir xal ji wan re zelal kirin."
Sacîde El-Esed da payin ku divê projeyên jinan werin pêşxistin û wiha bi dawî kir: "Divê ku aliyên têkildar projeyên jinan bi pêş bixin, wekî kargehên çêkirina alavên kevnar û wênesazî û gelek projeyên din. Ji ber ku jinên li vê herêmê xwedî hunereke veşartî ne."