Bêyî ku pirsgirêka cih a erdhejzedeyan çareser bibe dixwazin konteyniran vala bikin

AFAD’ê xwest bajarê konteynir ê li Amedê, heta 27’ê Temûzê were valakirin. Fatma Erdem a erdhejzede got: “Ger derfet hebûya em li vê derê nediman. Em tenê dixwazin cihekî ku biçinê ji me re were avakirin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Di ser erdheja ku di 6 ‘ê Sibata 2023’yan de navenda wê Mereş bû çêbû de, 17 meh derbas bû. Di erdheja ku 11 bajaran jê zirarê dîtin, li gorî daneyên fermî  53 hezar û 537 kesan jiyana xwe ji dest dan, 107 hezar û 13 kes jî birîndar bûn. 518 mal rûxiyan an jî xisarên mezin dîtin, ji bo 128 hezar û 778 malan jî raporên xirsarê hatin dayîn.

 Piştî erdhejên ku bûn sedema rûxandineke zêde, bi taybetî ji bo çareseriya pirsgirêka bicihbûnê, sozên ku hatin dayîn, nehatin bicihanîn. Di nava 11 bajaran de Amed jî hebû. Ji bo kesên ku malên wan rûxiyan an jî xisarê dîtin, li Peyasa Amedê li kêleka Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê ji aliê AFAD’ê ve kon hatin danîn.

Diwazin bajarê konteynir vala bikin

Li bajarê konteynir ê ji 602 konteyniran pêk tê, kesên malên wan rûxiyane rûdinên û hê jî mifteyên TOKÎ’yan teslîmê wan nehatine kirin. Erdhejzedeyên ku mala tê de bi kêrê rûdiniştin xisarê dît, ji ber ku cih ji xwe re nedîtin li bajarê konteynir di mercên zehmet de dimînin. Tevî ku pirsgirêka cih nehatiye çareserkirin jî AFAD, dixwaze heta 27’ê Temûzê konteynir werin valakirin. Di teblîxata ku ji aliyê AFAD’ê ve ji erdhejzedeyan re hatiye şandin de wiha hatiye gotin:

“Ji ber erdheja ku di 06.02.2023’yan de çêbû li Peyasê cihekî demborî ji bo kesên ku malên wan xisarê dîtine yan jî di kêrê de ne hat avakirin. Divê heta 24.07.2024’an konteynirên ku texsîs hatine kirin, bi eşyayên di navê de mifteyên wan teslîmê rêveberiya konteynirê werin kirin.”

‘Dibêjin di nava hefteyek der derbikevin’

Fatma Erdem ku bi 3 zarokên xwe re di konteyniran de dimîne yek ji wan erdhejzedeyan e. Fatma Erdem got ku mala wê ya li Huzurevleriyê di erdhejê de zirarê dîtiye û dûre rûxiyaye û diyar kir ku nikaribûye ji mala xwe tiştekî bigre. Fatma Erdem da zanîn ku piştî erdhejê 3 mehan li malê cuda û yurdan mane dûre li konteynirê bi cih bûne û wiha domand:

Zarokên min ji ber erdhejê belav bûn. Destpêkê alîkariya xwarinê bi me re kirin lê niha ji me re dibêjin di nava hefteyek de derkevin. Ji me re jî teblîxatê şandin. Ez ê çawa di demeke wiha kurt de bar bikim? Tu çareseriyê ji me re nedîtine, me ji vê derê derdixin. Dema ku min ji wan re got çima gotin ‘tiştekî em bikin tune ye.’ Ji me re dibêjin biçin ji xwe re malan kirê bikin lê jixwe ger derfeta me hebûya em li vê derê nediman. Tiştekî ku bikin tune ye. Me ji wan konteynir û kon xwest lê nedan me. Em tenê dixwazin cihekî em biçinê hebe.”

‘Tu soza ku dan bi cih neanîn’

Fatma Erdem got ku tu soza dane wan bi cih neanîne, beriya ku çareyek ji wan re were dîtin, hewl didin wan ji konteyniran derbixin û wiha bi dawî kir: “Em ji vê derê bar bikin ji derveyî 4 doşekên AFAD’ê nahêlin em tiştek bi xwe re bibin. Ne dolab ne jî makîneyan didin me. Em 5 kes çi bikin bi 4 doşekan. Em gelek mexdûr in. Alî Yerlîkaya hat vê derê got ‘Em ê we bêhêvî nehêlin.’ Ez çend caran li sekreter geriyam lê bersiv nedan min. Soza ku dan bi cih neanîn. Niha bi darên di destên xwe de hewl didin me derbixin! Ez ê biçim li ku? Konê jî nadin me. Em ê ji ku konê bînin, em ê eşyayan ji ku derê bînin, çi bikin nizanim.”