Betlaneyên li Lîbyayê zêde dibe jinan ji jiyana kar dûr dixe

Di çend salên dawî de li Lîbyayê gelek roj biryara betlaneyên fermî û navberên dibistanan tên dayîn. Ev biryar bandorê di nav gelê Lîbyayê de bûye cîhê nerazîbûnê ji ber bandora xwe li aborî û xwendekaran jî dike.

ÎBTÎSAM AXFÎR

Bingazî – Li Lîbyayê ji ber biryarên betleneyên dibistan û karên giştî di nav civaka Lîbyayê de bûye sedema nerazîbûnan û bandora xwe ya neyînî li ser jiyanê dike.

Pispora derûnî Înas Bin Selîm behsa bandora zêdebûna betlaneyan li ser derûniya kes kir û teqez kir ku zêdebûna betlaneyan du aliyên wê yên erenî û neyînî heye.

‘Betlane li ser xwendekarên dikevin ezmûnan stres ava dike’

Înas Bin Selîm wiha got: “Di dema diyarkirina ezmûnan de stres li cem xwendekaran zêde dibe. Bi taybet ev stresa ezmûnan mijareke ku di milê derûnî de tê lêkolînkirin. Dema xwendekarek di plana xwe de deynin ku îroj bidawîbûna ezmûnan e, bi sedema betlaneyan ev roj dirêj dibin û bi vê demê stres, tirs û nerehetiyê li cem xwendekar zêde dibe. Bandorên derûnî ên mezin li ser xwendekarên zanîngehan hene ji ber derçûna wan tê taloqkirin, mînak kesek hebû derçûna wî li ser madeyekê mabû, ji ber betlaneyên zêde dest ji xwendina xwe bi temamî berda.

‘Hinek taybetmendiyên civakî ji ber sedemên betlane hatine guhertin’

Pispora zanista civakî Fayze Mihemed Cabir bal kişand bandora betlaneyan li ser jiyana civaka Lîbyayê û got: "Bêguman hin taybetmendiyên civakî li Lîbyayê hene bi sedema betlaneyan hatine guhertin. Di demên berê de malbatê di betlaneyê de serdana mala bapîr dikirin weke rojeke rehetiyê lê piştî pêşketina teknolojî û  cihên hunerî ev çand ji holê radibe. Ji bo hin malbatan ev cih bûne navendên xetereyê. Gelek adet hene derbasî nava civaka me bûne lê me bi riyeke rast bikarneanî.”

Di dawiyê de jî Fayze hişyarî da ku aliyê neyînî bandorê li aliyê erênî di betlaneyan de bike û got ku gelek şêwazên ku mirov xwe bi plan bike heye û ev plan bi serkeftî derbas bibe krîza heyî jî çareser dibe.

‘Bandora herî mezin li xwendekarên refa amadehî dibe’

Şêwirmenda perwerdeyê mamoste Emîne Madî jî wiha pê de çû: "Betlaneyên fermî û ne fermî hene, ji bo ku plan heyî bi rêbaz bimeşe divê planeke giştî ji aliyê çavdêriya fêrbûnê  were danîn.” Emîne Madî di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku mîna guhertina rewşa hewayê hin biryarên betlane ne di destê wan de ye û wiha got: “Lê belê betlaneya ku xwendekar û mamoste di meheke taybet weke meha remezanê de çêdikin ne betlane ye, weke ne amade ji mamoste û xwendekaran re tê hesibandin. Bandora herî mezin li xwendekarên refa amadehî dibe ji ber dema betlane dikeve navbera xwendina wan de ew ji sifir de destpêdikin û bi vî awayî tu sûdê wernagirin.”

‘Betlaneyên zêde tê wateya rawestandina berhemdayînê’

Derbarê bandora betlaneyan li ser aliyê aborî bi taybet projeyên biçûk ên jin rêveberiya wê dikin Fêrker û Şêwirmenda Hind El Bişarî got: "Betlane û navberên zêde tê wateya rawestandina berhemdayînê û çalakiyên aborî, bi wê re dahatên projeyên li bazarê radiwestin. Zêdebûna betlaneyan bandorê li projeyên jinan ên di malên xwe de birêve dibin dike ji ber roja betlaneyê dahat disekine bi vê yekê ew xwe dispêre karê rojane yan heftane. Ji ber dema betlane hebin dahat tune ne ev yek jî bandorê li ser malbatê dike û di dawiyê mehê de dema dîsa kelûpelên xwe dikirin dibînin ku pere li cem wan kêm bûye û bi vî awayî bandoreke neyînî li karê jinan dike. Divê mijara betlaneyan li ber çavan were derbaskirin û werin kêmkirin ji bo ku pirsgirêk di nav kar de  dernekevin û aboriya Lîbyayê bi giştî zirar nebîne.”