Besê Şamarî: Divê sala 2023’an bibe sala çareseriyê
Endama platforma jinan ya netewî ya Îranê Besê Şamarî bal kişand li ser serhildanên ku di Îlona 2022’an de destpê kir, diyar kir ku di sala 2023’an de ji bo pêk anîna çareseriyê di serî de jin divê yekitiya hemû gelan bê avakirin.

ŞAHLA MOHAMMADÎ
Navenda Nûçeyan – Li Îranê serhildana ku bi pêşengiya jinan destpêkir û ji bo guherîna demokratîk zemîn ava dike, li hemû cîhanê deng veda. Di sala 2022’an de di serî de li Rojhilata Navîn li gelek cihên cîhanê jin li qadan bûn. Sala 2023’an jî bi tiştên ku di sala 2022’an li pey xwe hiştiye berdewam dike. Sala 2023’an, di warê siyaseta gelê Kurd, erdnîgarî û heta di aliyê bûyîna 100’emîn salvegera Lozanê ya bi parçekirina Kurdistanê re bi encam bû giring e. Bi vê wateyê tiştên ku li herêmê tên jiyankirin divê bi awayek cûda were xwendin. Bi nêzbûna peymana Lozanê re, dewleta Tirk êrîşên xwe bi gaz, av û amabargoya elektirêkê heyanî gelek awayan tundtir kiriye.
‘Divê sîstema netew dewletê were guhertin’
Endama platforma jinan ya netewî ya Îranê Besê Şamarî da zanîn ku di çarçoveya hemû pirsgirêkan de divê sala 2023’an bibe sala çareseriyê û wiha got: “Ev ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan pêwîstî bi çareseriyê heye, jî dîroka mirovahiyê yê ku ev bi serxistî gelê Rojhilata Navîn, mixabin piştî sala 1923’an versiyona rezîl ya netew dewletan bikar anî û di agirê hemû gelên netewperest de dest bi şewitînê kirin. Sîstema pare û sermaye îro qeyarenek mezin jiyan dike. Li Îranê serhidana ku bi pêşengtiya jinê destpêkirî, sîstema netew dewlet azadiya jiyana xwe winda kir. Piştî ku li Merîwan û Tahranê Şiler Resul û Jîna Mehsa Emînî ji aliyê hikumetê ve hate qetilkirin, li Silêmanî li beramberî Nagîhan Akarsel suykast hat pêkanîn. Em bûn şahid ku di van rojên dawî de li Fransa sukastek din çêbû, carek din bi me da zanîn ku divê pirsgirêka van bûyera were çareserkirin. Ew gavên ku di sala 2022’an de hatî avêtin hilweşandian komara Îslamê û divê sîstema netew dewleta li herêmên Rojhilata Navîn were guherîn û ji vê zêdetir tu rêyek din nîne. Di nava 100 salan de ango piştî sala 1923’an hemû mirovatî, bi taybet me dît ku li se rjinan çiqas zext hene.”
‘Gelê Kurd her tim parçebûnê red kiriye’
Besê Şamarî îşaret bi serhildanên ku li Îranê bi pêşengtiya jinê berdewam dike û wiha got: “Zext dû qat zêde bûye, jinan ew sepandina hicaba bi zorê şewitandin. Eve ne li dijî ol hatiye kirinû divê em amuran baş bixwînin. Eve serhildanek ya kolekirina 5 hezar salane. Li hemû cihên cîhanê, bi taybet li cihên ku gelên cûda lê hebûna sîstema sermaye û di desthilatiya wê de ew tişta ku bi kartîne, taqtîqa belavbûnê bûye. Ji roja yekem ya desthilata komara Îslamî ya Îranê gelê Kurd deng neda vê quralê û niha jî piştî 44 salan gel ketiye di ferqa wêde û dibêjin na.”
‘Tê zanîn Netewa demokratîk alternatîfe’
Besê Şamarî bal kişand li ser yekitiya gelê Kurd û wiha dom kir: “Di nava gel de yekitî dide nîşandan ku wan rêyrk ya têkoşîna baş hilbijartine. Li qadan, girtîhena û li her cihî li rûxmê hemû ev 4 mehe komkojî û zextên ku tên jiyankirin, ev têkoşîn dom dike. Di heman demê de li Fransa xeleta Cesaretê dan Jina Mehsa Emînî û îro yên ku ji eslê Jîna Mehsa Emînî tên li Fransa tên qetilkirin. Ev peymane ku ji yekitiya jinan di tirsin, ev yekitî herçendî li Îranê were nîşandan, bûye xwedî navnetewî û kureyî. Sîstema sermayedar ev 50 sale dizane alternatîf netewa demokratîk ya jinan e û bi hemû hêza xwe dixwazên vê asteng bikin.”
‘Jinan sîstema sermaye hejandin’
Besê Şamarî did erbarê dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ de axivî û wiha got: “Di nava 4 mehan de di asta navnetewî de cihek bê dirûşam ‘Jin Jiyan Azadî’ nemaye. Ev felsefe li îranê propegandya siyasî ya ku hatiye şêwadan û sîstem ji bo berjewendiyê xwe ji bo pêşî lê vê bigre bi pare û sîstema sermayê bersîv dan, ev hizir iro kureyî bûye. Ev xet û ev dirûşma navendî, tenê Kurdistan, jinên Îran Sistan û Belucistan bi yekgirtian wêve nema, di heman demê de hemû jinên li cihanê kirin yek û jin niha daxwaza mafê hevpar dike, ev dirûşme îro şoreşa zihnî ava dike û eve jî sîstema sermaye hejandiye.”
Besê Şamarî bal kişand li ser ew sûcên ku Talîban li Afganistanê kirine û wiha got: “Hakimyeta Talîban ya li welat ji roja yekê heta niha sînordarkirin jinên Afgan bi xwe re anîn û azadiya jinan hat sînordarkirin.”
'Hin zêdetir yekîtî şert e’
Besê Şamarî di berdewamiya axaftina xwe de balkişand li ser îstatîstîkên koçberiyê yên di sala 2022’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hat ragihandin û diyar kir ku zêdetirî 100 milyon diyardeya koçberiyê heye û wiha got: “Divê di sala 2023’an de di rêya aştiyê de gav bên avêtin. Îsal jî ne tenê Platforma Jinan a Navneteweyî, divê hemû rêxistin û partiyên din ên giringî didin azadî, wekhevî û parastina xwazayê, hemû lêgerînvanên azadî û hemû gel hin zêdetir di nava yekîtiyê de bin. Divê gavên pratîkî bên avêtin. Sala 2023’an di warê li Rojhilata Navîn bidawîkirina sedsala zext, sedsala êrîş, sedsala mirinê û ji holê rakirina Peymana Lozanê de girîng e. Di warê jeopolîtîk de helwesta cihê Îranê girîng bû. Guhertina pergala li wir, tê wateya guhertina pergala li hemû Rojhilata Navîn û piştre jî li cîhanê. Bi gotineke din, 2023 dikare wekî salek diyarker a ku pergala sermayê bixwe hişyarî dide were hesibandin. Ji ber vê sedemê divê sazî û rêxistinên weke Platforma Jinan a Navdewletî di bernameyên xwe de, bi taybet jinan, hemû beşên civakê ji bo pêşketina siyasî û civakî hişyarî, karekter û hewildanan teşwîq bike.”