Beşdarvanên kongreyê: Dê tecrîd bi destê jinan bê şikandin
Jinên ku beşdarî Kongreya 9’emîn a Kongra Star bûne di derbarê azadiya fizîkî yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nêrîna xwe parve kirin û gotin: “Mijara sereke ya kongreya me Rêber Apo ye û dê tecrîda heyî bi destê jinê bê şikandin.”

VIYAN AMED
Hesekê- Rêxistina Kongra Star a Rojava bi dirûşma “Bi ruhê têkoşîna şoreşa jinê, em ê serhildana jin jiyan azadî bi ser bixin” 15’ê Çieyê ya 18’emîn salvegera damezrandina xwe de 9’emîn Kongreya xwe bi tevlîbûna hezar delegeyan li dar xistin. Di kongreyê de gelek xalên girîng hatin nirxandin ku yek ji wan azadiya fizîkî yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikênandina tecrîda girankirî li dijî wî bû. Her wiha biryar hate girtin ku ji bo şikandina pergala tecrîda Îmraliyê û ji bo belavkirina raman û danasîna paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Komîteya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê avakirin.
Delegeyên ku beşdarî Kongreyê bûne ji bo azadiya fizîkî yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikênandina tecrîdê nêrînên xwe parve kirin.
‘Bi saya felsefeya Rêber Apo jin bû xwedî vîn û hebûn’
Rêveberiya Hêzên Parastina Civakê ya bajarê Kobanê Edlê Bekir nêrîna xwe wiha parve kir: “Em di serî de vê kongreyê li Rêber Apo, girtiyên zindanan û zarokên me yên li çiyayên azad têdikoşin pîroz dikin. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo, îro jin bû xwedî vîn û hebûn. Îro jin di aliyê siyasî, leşkerî, birdozî, civakî, çand û ragihandinê de rola pêşengtiyê dileyîze. Jina kurd karibû perwerde û felsefeya Rêber Apo di mêjiya xwe de bide rûniştandin, loma jina kurd îro bû pêşenga tevahî jinan û jinên cîhanê îlham ji jinên kurd digire. Rêber Apo ji bo me nefes û jiyan e, ji lewra heta jinek jî bimîne em ê her li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bin. Em ê her xwe bi zane bikin. Daxwaza me ya sereke ewe ku em Rêber Apo di nava xwe de azad bibînin. Îro me dest bi şoreşê kiriye ku ev şoreş ya jinê ye, em ê sedî sed bi ser bixînin, ji ber pêşengtiya şoreşê jin dike. em ê her li pey doz û xeta Rêber Apo bin û em ê dêriyê Îmraliyê bişkînin. Weke jin em tecrîda girankirî yê li ser Rêber Apo ku roj bi roj giran dibe, ji bo şikandina wê em ê her li ser piyan bin. Banga min li tevahî jinan ew e ku ji bo Rêbertî em bêdeng nemînin.”
‘Biryara yekem a kongreyê azadkirina fizîkî ya Rêber Apo ye’
Komîteya qada Civakî ya Kongra Star a navçeya Til Temir a Kantona Hesekê Zêrîn Hecî derbarê tecrîdê de ev yek anî ziman: “Em îro kongra 9’emîn a Kongra Star li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixînin. Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji felsefeya Rêber Apo ye ku ev dirûşma îro bû gerdûnî. Rêber Apo ev 24 salin di girtîgeha Îmraliyê de ye û tecrîdek giran li ser tê meşandin. Rêber Apo her banga azadiya jinan kir ku divê jin di asta cîhanî de azad bibe. Îro ji me tê xwestin ku em doza rizgarkirina fizîkî ya Rêber Apo em bixwazin. Biryara yekemîn a Kongreya me azadkirina fizîkî ya Rêber Apo ye. Rêber Apo ji bo azadiya jinê gelek têkoşîn da ku doza azadiya jinê kir. Îro Rêber Apo di hemû pirtûkên xwe de behsa doz, azadî û têkoşîna jinê dike. Rêber Apo kesê yekemîn bû ku daxwaza azadiya jin kir û jinê ji koletiyê û zihniyeta baviksalarî rizgar kir. Erka ku dikeve li ser milê me jî ewe ku em doza azadiya fizîkî yê Rêber Apo bikin. Rêber Apo rêhevalê jin a herî nêz bû. Îro komplo her ku diçe kûrtir dibe, lê ji bo vala derxistina wê em ê her têbikoşin.”
‘Em ê her têbikoşin’
Endama Kongra Star a navçeya Til Temir a Kantona Hesekê Gulîxan Tahir derbarê tecrîd û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de wiha got: “Têkoşîna jinan a sedsala 21’an belavî tevahî jinên cîhanê bûye. Îro kar û xebatên ku Rêber Apo ji bo jinan kiribû, berhemê wê di kongreya me de xuyanî dike ku bi hezaran jin li gel hev kombûne û rewşa xwe ya siyasî, birdozî, rêxistinî dinirxînin. Riya ku Rêber Apo ji bo jinan diyar kiriye, hîn zêde têkoşîn û berxwedana jinê lazim dike ku em bikaribin azadiya tevahî jinên cîhanê misoger bikin. Fikir û azadiya jinan bi têkoşîna Sakîne, Zîlan, Bêrîtan û herî dawî jî Emîne Kara heta niha dom dike. Dê têkoşînê me dewam bike, heta em Rêber Apo di nava xwe de azad bibînin. Îro em bi hezaran jin li vir kombûne û mijara sereke jî tecrîda li dijî Rêber Apo ye. Dê tecrîda heyî bi destê jinê bê şikandin. Îro tu tişt li pêşiya me ne astenge, ji ber em bûne hêz. Fikir û felsefeya Rêber Apo belavî tevahî cîhanê bûye, weke Kongra Star jî em ê helwestek mezin li dijî tecrîdê bigirin û em ê her têbikoşin heta azadiya fizîkî yê Rêber Apo misoger bikin.”