Beşdarên foruma jinan a li Beyrûdê bal kişandin ser girîngiya yekitiya jinan

Foruma jinan a ku li Lubnanê ji aliyê Komeleya Newroz a Çandî û Civakî ve hat lidarxistin, bi beşdariya jinên ji Lubnan, Sûriye û Filistînê pêk hat. Di forumê de pêşketinên dawî yên li herêmê û bandorên wan ên li ser jinan hatin nirxandin.

SÛZAN EBÛ SEÎD

Beyrûd Beşdarên foruma jinan, diyar kirin ku ji bo parastina mafên jinan divê hemû rêxistin û komeleyên jinan bikevin tevgerê. Bal hat kişandin ku di bin mercên heyî de divê tevgerên jinan tiştên esas diyar bikin û jin di nava yekitiyê de bi hev re hereket bikin.

Komeleya Newroz a Çand û Hunerê, roj 8’ê Sibatê bi sernavê "Pêşketinên dawî yên li herêmê û bandorên wan ên li ser jinan” foruma jinan li dar xist. Di forumê de nûnerên komeleyên Lunban, Filistîn û Kurdan û saziyên civaka sivîl beşdar bûn.

Piştî forumê berpirsa Komîteya Jinan a Komeleyê Hanan Osman vê daxuyaniyê da: "Di forumê de sê mijarên bingehîn hebûn. Êncamên rîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê û bandorên wê yên li ser jinan, li Sûriyeyê bi taybetê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê zoriyên ku jin dikşînin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser jinan.”

Her wiha li ser plana bi xeter a ji aliyê serokê DYA’yê Donald Trump ve hat pêşniyarkirin ku dibêje bila gelê Xezayê surgunê welatên cîran bibin, nîqaş hat kirin û wiha hat gotin: "Li herêma me, bi komkujî, tecawiz û şer planên ku gelan dikin hedef dixin meriyetê. Qurbanên zêde yên van polîtîkayan jî jin û zarok in. Jin li welatên xwe û di nava malbatên xwe de rastî şîdeta daîmî tên. Ji ber vê divê em jin xwe bi rêxistin bikin, bibin yek û hevgirtina xwe bihêz bikin. Ger em nebin yek, em ê nikaribin bi van êrîşên ku li ser axa me, nasnameya me û têkoşîna jinan gef e re derbikevin serî.”

‘Divê jin li dijî planên dagirkirinê yên li ser herêmê şiyar bin’

Mudura Têkiliyên bi gel re a Komeleya Alîkariya Jinên Filistînê Suad Abdurrahman, bal kişand ser xeterên li ser jinan ên li herêmê û wiha got: "Di vê pêvajoyê de tişta herî girîng zanabûn û şiyarî ye lewre hewl didin Lubnan, Sûriye û welatên Ereb ên din, bixin bin mêtinkariyê û dagir bikin. Em jin divê li dijî van projeyan zana bin û zarokên xwe şiyar bikin. Di demên li pêş de xuya ye ku dê komployên mezin ên gelan hedef digrin çêbibin."

Ji Akademiya Jineolojiyê: Em hevgirtina di navbera tevgerên jinan de bi hêz bikin

Endama Akademiya Jineolojî ya Rojhilata Navîn Zehîde Mamû ku bi aktivîstên di forumê de li ser xebatên jineolojiyê axiviye wiha dibêje:

"Li ser Jineolojiyê demek dirêj e li em li Lubnanê dixebitin û armanca me pêşxistina zanistê ye lewre Jineolojî, jinan bi hêz dike û nêrîna wan a bîrdozî bi pêş dixe. Di vê çarçoveyê de paşeroja sosyolojîk a jinên Lubnanê lêkolîn dike, li ser pirsgirêkên jinan ên ji dîrokê ve heta niha jiyane û derketina ji rewşa heyî em analîzan dikin. Bi van lêkolînan armanc ew e ku em tevgerên jinan bi rêxistin bikin û hevgirtina jinên Sûriye, Kurd û Lubnanê bi hêz bikin. Lêkolîn dike ka tevgerên jinan dikarin çawa zêdetir bi bandor bibin û li dijî desthilatdariya pergala baviksalar a li ser Rojhilata Navîn têkoşîna çawa bimeşînin.” 

Projeyên DYA’yê yên li ser Rojhilata Navîn û bandorên wan ên li ser jinan

Seroka Komeleya Wekheviyê Musawe Mery Debs, polîtîkayên DYA’yên li ser Rojhilata Navîn û bandorên wan ên li ser jinan ev nirxandin kir:

"Di forumê de em li ser rewşa giştî ya siyasî ya herêmê û bandorên wan ên li ser jinan axivîn. Em dibînin ku DYA di bin navê “Projeya nû ya Rojhilata Navîn” de hewl dide Rojhilata Navîn li ser bingeha mezhebî û nijadî ji hev perçe bike. Bi vê projeyê ji bo dewlemendiyên herêmê desteser bike, hewl dide gelan bera hev bide. Bi taybetî hewl dide bi hevkariya bi Îsraîlê re çavkaniyên me yên petrolê û gaza xwezayî ya li peravên Lubnanê desteser bike. Di demên dawî de êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê, bi taybetî ji 17’ê Îlonê ve zêdetir kir û pevçûn heta agirbest çêbû domiyan. Di encama van êrîşan de milyonek û 200 hezar Lubnanî koçber bûn û nîvî ji wan zêdetir jin bû lê hikumetê girîngî neda pêdiviyên ewlehî û bicihbûna jinan. Halbukî hikumet salek zêdetir bû xwe ji van êrîşan re amade dikir lê mixabin tenê ji bo 5.000 kesan plan kiribû. Jinan li dibistan û navendên giştî gelek zehmetiyan kişand. Azadiya wan a şexsî nema, şîdet bi gelek awayan derket holê û mercên giştî yên jiyanê giran bûn.”

‘Pevçûn bûn sedema krîzên mezin’

Mery Debs li ser encamên pevçûnan ev agahî dan: "Di dema êrîşan de 600 jin hatin kuştin û 1.000’î zêdetir hem bi giranî hem jî bi sivîkî birîndar bûn. Her wiha gelek jin winda bûn û hê jî aqubeta wan nediyar e. Piştî ku jinan hevjînên xwe winda kirin, gelek malbat bêmal man, bi taybetî li Başûrê Lubnanê û herêmên Bekayê krîzên mezin hene.”

Banga ji bo tevgerên jinan: Em bi yekitî û piştgiriyê bikevin tevgerê

Di dawiya forumê de Mery Debs, bang li tevgerên jinan kir û wiha got: "Divê hemû rêxistinên jinan werin ba hev û planên çalakiyên lezgîn amade bikin. Ji bo parastina mafên jinan û derketina ji krîza heyî divê em bi hev re tevbigerin. Divê em li dijî polîtîkayên hêzên dagirker ên jinan hedef digrin, herêma me dixin bin kontrola xwe û gelan bera hev didin derkevin. Yekitiya jinan, kilîta parastina gelan û aştiya Rojhilata Navîn e. Ji ber vê divê hemû rêxistinên jinan bi hev re tevbigerin û li dijî planên dagirkeran ên li ser herêmê dengê xwe bi hev re derxin.”