“Bes hevkariya sucdaran bikin”

Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe windakirî û kurek wê jî di girtîgehê dene 87 rojin çalakiya “edaletê” dewam dike.

Riha - Emîne Şenyaşar a di êrîşên sala 2018’an de hevjîn û du kurên wê hatibûn qetilkirin bi lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên darizandin dest bi çalakiya nobeta "edaletê" kirine, di roja 87’emîn de dewam dikin.
Malbata Şenyaşar ji bo daxwaznameya ku derbarê 23 kesên ji komkujiyê berpirsiyar in û hatine tespîtkirin radestî Serdozgeriyê bikin derbasî avahiya edliyê bûn. Malbata Şenyaşar ji bo ku ev kes werin darizandin heta îro gelek daxwaznameyan da dozgeriyê. Malbatê diyar kir ku ew nikarin xwe bigihînin dozgerê li dosyeyê dinêre û muxatab nabînin. Malbat ji bo daxwaznameya xwe bide dozgeriyê li avahiya edliyê sekiniye. 
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya sanal bi hashtagiya “#ŞenyaşarAilesineAdalet (#JiMalbataŞenyaşarReEdalet)” vê peyamê parve kir: “Parastina kesên sûc kirine, astengkirina darizandina wan jî sûc e. Dest ji hevkariya sûc û kirina sûc berdin. 23 kesên li nexweşxaneyê komkujî pêk anîne û hatine tespîtkirin demildest bidarizînin.”