Berxwedêrên Wanê: Têkoşîna me heta şikandina tecrîdê dê bidome

Jinên Wanê bal kişandin ser mafdariya berxwedana gelê Wanê û gotin: “Ev berxwedaneke mafdar e. Em ê bi mezinkirina têkoşînê tecrîdê bişkînin. Ji bo Aştî, yekitî û demokrasiyê em xebata xwe bidomînin.

MEDÎNE MAMEDOĞLU

Wan- Abdullah Zeydan ê ku ji DEM Partiyê ji bo hevşadariya Bajarê Mezin a Wanê hat hilbijartin, mazbatayê wî li ser îtiraza Wezareta Dadê nehatibû dayîn. Mazbatayê dabûn namzedê AKP’î Abdullah Arvas ê ku di hilbijartinê de têk çûbû. Li dijî vê bêhiqûqiyê, gelê Wanê dest bi serhildanê kiribû, di encamê de YSK’ê paşve gav avêt û biryar da ku mazbatayê bidin Abdullah Zeydan. Piştî biryarê gel derket kolanan û pîrozbahiyan li dar xist.

Jinên ku ji ajansa me re axivîn diyar kirin ku li bajar rewşeke weke cejnê heye û gotin: “Me çawa qeyûm şand, em ê tecrîdê jî bişkînin.”

‘Serkeftina me jî têkoşîna me jî dê mezin bibe’

Sînem Bor a ji me re axivî, diyar kir ku gelê Wanê mafê xwe girtiye û got ku bi vê serkeftinê li bajar ji niha ve cejn tê pîrozkirin. Sînem Bor, diyar kir ku wan ji bo mafê xwe serî hildane û bi ser ketine û wiha domand:

“Ev serkeftina gel û jinan e. Em jin ji ber vê serkeftinê pir bextewar in. Em vê serkeftina pîroz diyarî hemû gelên berxwedêr dikin. Em ê bi rojan vê serkeftinê pîroz bikin, rojên xweştir li benda me ne. Bi vê serhildanê ruhê berê derket holê. Me her tişt da ber çavên xwe her kes nikare wiha bike. Vê serkeftina me jî têkoşîna me jî dê mezin bibe. Bila tu Kurd zilma tê kirin nepejirîne, bila li ber xwe bidin û mafên xwe bigrin. Em li pey doza xw ne, doza me pîroz e. Me çawa qeyûm şand, e mê wisa tecrîdê jî bişkînin, ji bo ku grevên li girtîgehan bi dawî bibin em ê bixebitin. Em ê bênavber têbikoşin. Em ê destûr nedin şaredariyên me ji me werin girtin.”

‘Ev serhildaneke mafdar bû’

Zekiye Kaya jî got ku ew serkeftina xwe ya ku bi berxwedanê çêbû diyarî gelê Kurd dikin û anî ziman ku divê ev serhildan nesekine û mezin bibe. Zekiye Kaya wiha domand:

“Weke dayikek ez dikarim bibêjim ku; ev serhildaneke mafdar bû lewre îradeya me bû, şaredarî mafê me bû. 40 milyon mirovan deng dan me, piştgirî dan. Tu kes divê mafê kesê nexwe. Em jî ji bo mafê xwe têkoşiyan, çavên me di tiştek kesê te tune ye, bila çavên kesê jî li tiştên aydê me nebe. Divê em roj bi roj vê têkoşînê mezin bikin. Ji ber ku em mafdar bûn, me qezenc kir, mirov bi rojan ranezan, li ber xwe dan li kolanan. Kesên ku hatin binçavkirin û rastî îşkenceyê hatin hene. Çima gelo? Ji ber ku destûr nedan şaredariya wan were girtin. Em ê tu carî ranewestin, heta dawiya emrê xwe li pey doza xwe bin.”

‘Heta ku tecrîd neşikî em ê ranewestin’

Zekiye Kaya bal kişand ku ew ê tekoşîna xwe mezintir bikin û heta tecrîd neşikê dê nesekinin û wiha domand: “Em berxwedana li girtîgehan jî silav dikin. Em ê weke dayik, ji bo aştî, yekitî û demokrasiyê bixebitin. Ev serkeftin jî ya aştî û demokrasiyê ye. Li Tirkiyeyê jixwe edalet nemaye lê em ji bo edaletê têdikoşin. Em ji gaza îsotê natirsin û em ê çalakiyan bidomînin. Ger mirin hebe, bila bi şeref û namûs be. Ji derveyî wê em ji tiştek natirsin. Canê me heye, ew jî bila fedayê doza me be.”

‘Em careke din vê zilmê napejirînin’

Gulistan Kaya jî serhildana li Wanê weke serkeftina aştî û demokrasiyê bi nav kir û wiha got: “Bila bibe wesîleya bidawîbûna tecrîdê û berdana girtiyan. Dema ku min navê qeyûm bihîst, çend şevan ranezam. Min ji xwe pirsî got ‘ev zilm dê heta kengê bidome.’ Me vê nepejirand û me bi gel re li ber xwe da.  Em careke din ne qeyûman ne jî êrişan napejirînin. Du serdem qeyûm avêtin ser şaredariyê me, em careke din destûr nadin. Gel bi têkoşîna xwe ji bo her kesê bû mînak û pêşeng, ji niha û pê ve jî dê bi vî rengî bidome.”

‘Dê ji neviyên me re behsa vê serhildanê were kirin’

Rabia Argun jî got ku piştî serkeftinê weke ji nû ve hatibe cîhanê xwe hîs kiriye û bi gotinên; “Em pir bextewar in. Temenê min 60 e lê weke ku nû hatibim cîhanê xwe hîs dikim” diyar kir ku wan serkeftineke pir mezin bi dest xistine û wiha domand:

“Wan texmîn nekirin ku dê wiha bibe. Ez qurbana îradeya gelê Kurd bibim. Ev serkeftin na ya kesek a parlamenterek e, ya gelê Kurd e. 40 sal jî derbas bibe dê gelê Kurd vê serhildanê nişf bi nifş ji neviyên xwe re bibêje. Ez ji hemû Kurdan re spasdar im. Dê gelê Kurd bigihîje serkeftinê. Bi ve serhildanê me dît ku em ji tiştekî natirsin. An em ê azad bibin an jî bimrin. Em ji mirinê jî natirsin. Gelê Kurd berxwedêr e û dê bi vê yekê bigihîje serkeftinê.”