‘Berxwederên 14’ê Tirmehê ronahiya rêya me ne’
Nobeta azadiyê ya li Mexmûrê di roja 1090'an de ye. Koma 210’an bi silavkirina berxwederên 14’ê Tirmehê çalakî dewr girt.
Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi silavkirina berxwederên 14’ê Tirmehê yên zindana Amedê bi helandina bedena xwe dîrok nivîsandin dewirgirtina koma 210’an di roja xwe ya 1090’an de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 209’an Hisên Guzereşî axivî.
‘Heval Xeyrî digot li ser tirba min binivîsînin ez deyndarê Kurdistanê me’
Hisên Guzereşî di destpêka axaftina xwe de berxwederên 14’ê Tirmehê silavkir û wiha axivî: “Em her çar lehengên ku 14’ê Tirmehê de ketine rojiya mirinê û canê xwe feda kirin û gotin ku ji ber em ewqasî jiyanê hez dikin diçin mirinê bibîrtînin. Heval Xeyrî digot li ser tirba min binivîsînin ez deyndarê Kurdistanê me û canê xwe fedakir. Yên ku îro em tevahî gelê Kurd anîn vê rojê ew leheng, Rêber Apo û gelê me yê welatparêz bû.”
‘Ev pêvajoyeke wisaye ku herkes mafê xwe tê de bibîne’
Hisên Guzereşî bal kişand li ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin ji bo tevahî gelê Kurd, gelê Rojhilata Navîn û cîhanê pêvajoyeke wisaye ku herkes mafê xwe tê de bibîne ku û bibe ronahiyeke pêşerojê. Armanca vê pêvajoyê ewe ku ev qetlîamên tevahî cîhanê pêk tên bisekinînin û gelê Kurd û hemû gelên cîhanê bigihijin mafên xwe. Hemû gelên azadîxwaz ji bo pêvajo bigihije armanca xwe çi bikeve ser mile wan pêwîste pêkbînin û têkoşîn bikin.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 210’an dawî bû.