Berxwedavana Filistînê Meryem Afifi
Filistîniyên ku li dijî koçberiya bi darê zorê li Taxa Sheikh Jarrah a Qudusa Rojhilatê Israîlê li ber xwe didin. Yek ji wan berxwedêran muzîkjen Meryem Afifi got, “Gelek kesan wisan dizanî ku ez ji bo kamerayan keniyame. Bê guman min li kamerayan nenêriye û ji bo wan nedikeniyam. Em mafdarin, yên mafdar natirsin û tim dikenin.”
Navenda Nûçeyan - Rageşiya bi êrişên Îsraîlê yên li ser Rojhilatê Qudusê re dest pê kirî her diçe zêde dibe. Navçeya Sheikh Jarrah a dîrokî di navenda bûyeran de ye. Sheikh Jarrah li Rojhilatê Qudusê herêmek bi nûnertî û saziyên dîplomatîk ên li nêzîkê devera ku Fîlîstînî lê dijîn e û her weha bi êrişên niştecihên Yahûdî yên li ser Fîlîstîniyên ku li herêmê dijîn re têkildar e. Dema ku 27 malbatên Fîlîstînî li vê taxê dijîn, li van malbatan tê tepisandin ku malên xwe biterikînin. Bi hinceta "Yahûdî bicîh bibin", malbat ji ber biryara rayedarên Îsraîlê bi xetera derxistina bi zorê re rû bi rû ne.
Şîdeta polîs a li dijî çalakvana jin a binçavkirî
Fîlîstînî ji bo piştgiri bidin malbatên ku bi darê zorê tên derxistîn ji mêj ve li Sheikhêx Jarrah xwepêşandanan li dar dixin. Tevî êrîşên polîsên Îsraîlî û niştecihên Yahûdî, Fîlîstînî xwepêşandana xwe ya aştiyane didomînin. Gelek jinên Fîlîstînî piştgirî didin xwepêşandanan, lê polîsên Îsraîlê jî hêzek nerazî li dijî xwepêşanderan bikar tîne. Yek ji van jinên, aktîvîst Meryem Afifi, ya ku hefteya borî di xwepêşandanek li Sheikh Jarraha hatî li dar xistin de hate binçavkirin got ku, dema ji hêla polîsê Îsraîlê ve hate binçav kirin rastî şîdetê hatiye.
"Kesê mafdar be dikene"
Meryem Afifi a muzîkjen, piştî ku hate binçav kirin du roj serbest hat berdan. Wêneyê wê yê ku dema ji hêla polîsê Israîl ve hate binçav kirin, di medya navneteweyî û medyaya civakî de deng veda. Meryem Afifi qala van kêliyan kir û got, “Gelek kesan wisan dizanîn ku ez bi kamerayan re keniyame. Bê guman ez bi kamerayan re nedikeniyam, ez bi hevalên xwe yên din ên li qadê xwepêşandan dikirin re bûm. Ez bi maf bûm û mafê min jî hebû. Kesê mafdar natirse û dikene.”
Li gorî Meryem Afifi, berxwedana li dijî dagirkeriyê tenê li ser milê mêr û zarokan nîne. Meryem Afifi pirsî, "Heke em jin li dijî vê dagirkeriyê serî netewînin, ger em doza mafê xwe nekin, ji bo em li vê axê bimînin li berxwe nedin, wê kî ji bo me bike?"
Werger: Middle East Monitor