“Berxwedaniya gelê Kobanê, cîhan ji tarîtiya DAIŞ’ê xilas kir”
Endama Koordinasyona Kongreya Star Welîda Botî roja Kobanê ya cîhanî pîroz kir. û da zanîn ku ev roj berdewamiya berxwedaniya Rojavayê Kurdistanê ye û bang li hêzên navdewletî kir ku bi heman sekina ji Kobanê re, dengê xwe bilind bikin û şerê dewleta tirk bidin sekinandin.
EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Di 15’ê Îlona sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi serokatiya Ebûbekir El-Bexdadî dest bi êrişên li ser Kobanê û gundewarên wê kir. Gelek çekên giran ên li Iraq û Sûriyeyê bi dest xistin li hemberî Kobanê bi kar anî. Herwiha dewleta Tirk jî bi awayên cuda piştgirî dida çeteyên DAIŞ’ê. Nêzî 350 gundên Kobanê dagir kirin. Berxwedana şervanên YPj û YPG’ê ya li hemberî êrîşên çeteyan bala cîhanê kişand li ser xwe û bû sedem ji her deverê piştevanî bê dayîn. 1‘ê Mijdara 2014’an wekî Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê hate îlankirin. Di vê rojê de gelên cîhanî bûne yek û piştgiriya xwe ya bi Berxwedana Sedsalê ya Kobanê nîşan dan. Ji bo piştgiriya şervanên Kurd li hemû bajarên cîhanê, azadîxwaz û Kurd daketin qadan û piştgirî dan berxwedana Kobanê. Her dorpêça li ser Kobanê deng dibû, piştgiriya şervanan jî zêdetir dibû. Lewma azadîxwazên cîhanê 1’ê Mijdarê weke Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê ragihandin. Piştgiriya li Kobanê û berxwedana şervanên Kurd li ser asta cîhanê deng veda. Êdî hêzên siyasî û dewletan jî nekarîn li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê bêdeng bimînin. Şervanan biryar dabûn heta dilopa xwîna xwe ya dawî parastina Kobanê bikin û lehengiya herî mezin û serkêşa wî şerê pîroz ya yekem, Yekîniyên Parastina Jin YPJ’e bû ku bi saya wan Kobanê bi ser ket û berxwedaniya wan bû mînak ji cîhanê re.
Êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê heta niha berdewam dike. Ev hêza ku piştgiriya DAIŞ’ê dikir û nekarî bigihî armanca xwe, di 9’ê Cotmehê û di destpêkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi hevkariya paşmayên çeteyên DAIŞ’ê û komên çete careke din êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û heta niha jî êrişên wan berdewame û her dem hewildanên wê yên hedefgirtina jinên pêşeng û tekoşer hene da ku destkeftî û berxwedaniya jinê di Kobanê de tune bike. Vê carê jî gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê daketin qadan û piştgirî dan berxwedana Rojavayê Kurdistanê. Di derbarê roja Kobanê ya cîhanî de Endama Koordînasyona Kongreya Star Welîda Botî axivî û niraxand.
“Gelê me cîhan ji tarîtiya DAIŞ’ê xilas kirin”
Welîda destnîşan kir ku berxwedaniya Kobanê efsanîbû û rojeke wiha hêja bû ku bibe rojeke cîhanî û wiha dest pê kir: “Li pêşiya me roja Kobanê ya cîhanî ye, roja destekdayîn bi berxwedaniya Kobanê ya sedsalê re ye. Em vê rojê li tevahî cîhan û gelê kurd û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav dikin û pîroz dikin. Hemû êrîş û siyasetên ku di şerê Kobanê de hatin qewimandin bi armanca dagirkirin û tunekirina gelê Kobanê yê resen. Ev roj ji bo me pir bi wate û nirx e ku li hember hêza hov û tarî DAIŞ’ê ku cîhan bi tevahî li ber wê ketibû heyrê de gelê me û şervanên me bi ser ketin û ew dijminê hov şikandin û hemû cîhan ji tarîtiyê xilas kirin. DAIŞ’ê bi hemû çekên giran ên ku ji Îraqê û Sûriyeyê girtibû, her wiha bi alîkariya dewleta tirk bi rengekî hov êrîşî Kobanê kir û xwest ku Bajar bi giştî bixe di bin kontrola xwe de û dewleta tirk jî xewn û xeyalên xwe li ser ketina Kobanê xweş dikir lê li hember vê yekê gel berxwedaniyeke ne normal nîşan dan. Rojeke wiha, hêja bû ku silavkirina wê bibe cîhanî ku hemû netew bi gelên xwe dakevin kolanan û vê berxwedaniyê silav bikin û 1’ê Mijdarê roja Kobanê ya cîhanî were îlankirin. Ev roj ji bo gelê me yê bi hêviya azadiyê û yên ku gelek qurbanî di oxira rizgarkirina Kobanê de dan pir bi wate ye û em vê rojê pîroz dikin.”
“Bi hêz û lehengiya YPJ’ê Kobanê bi ser ket”
Welîda bal kişand li ser lehengî û hêza ku ji aliyê hêza jin YPJ di wî şerî de hat kirin ku bi saya wan Kobanê bi ser ket û wiha pêde çû: “Roja destekdayîna kobanê berdewamiya berxwedaniya ku îro tê kirin li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember hemû êrîşên ku diqewimin ji aliyê hêzên me yên leheng wekî YPJ, YPG û QSD. Şoreşa ku di Kobanê de qewimî, deng li cîhanê veda û bandor li hemû kesên azadî xwaz li hemû herêman kir ku vê berxwedaniyê berdewam bikin û hêz ji wê pêngavê girtin. Bi lehengî û hêza YPJ’ê Kobanê bi ser ket ku piraniya yên ku şer kirin di berxwedaniya Kobanê de jin bûn Yekîniyên Parastina Jin YPJ’ e bû û mînaka wê ya pîroz jî Şehîd arîn Mîrkan ku bû sembola berxwedanê, di wî şerî de berxwedana jinê ya herî nevdar bû û yekemîn pêşengtî ya jin bû û bi riya vê berxwedaniyê gelek jinên dewletên ewropî û intirnasyonal tevlî refên YPJ û QSD’e bûn û hêz û moral ji jinên YPJ’e di berxwedana Kobanê de hat kirin, digrin.”
“DAIŞ rûyê dewleta tirk yê veşartî bû”
Welîda da zanîn ku dewleta tirk rûyê DAIŞ’ê yê veşeartî bû û bi riya van êrîşan dixwaze tola DAIŞ’ê hilîne û wiha dirêjî da gotina xwe: “Her wiha berxwedana ku tê kirin li hember hemû êrîşên dewleta tirk ku îro roj careke din dixwze ku dagirkeriya xwed li vê Herêmê vegerînê û ji bo wê jî her roj gefan li herêma Kobanê dixwe da ku îradeya gel bişkîne û şerekî taybet derxê holê. Dewleta tirk dixwaze hêza DAIŞ’ê ya ku metirsiyek li ser cîhanî bi giştî careke din zindî bike û di heman demê de da ku tola DAIŞ’ê hilîne ji ber ku dewleta tirk û DAIŞ ji hev ne cuda ne. Di wî şerî de maskê rûyê dewleta tirk hat eşkerekirin ku çawa destek dida teroran, DAIŞ rûyê dewleta tirk ê veşartî bû, ji bo wê jî dema ku hêzên m eşervanên me bajar û herêm ji terorên hov xilas kirin, zora dewleta tirk çû û êdî ew bi xwe daketin erdê û dest bi êrîşên xwe kirin da ku rêya DAIŞ’ê ya ku nikarîbû bighêje armanca xwe berdewam bike, di dema berê de di riya rûyê xwe yê veşartî êrîş dikir lê îro ro bi rûyê xwe yê eşkere li ser hemû herêmên me siyasetên xwe yê dagirkirinê û şerê xwe berdewam dike. Çawa gelê me li hember DAIŞ’ê sekinî û cîhan ji terorê xilas kir, dê bi heman berxwedaniyê, dewleta tirk jî bişkîne.”
“Em bi hêvî ne piştevaniya Kobanê domdarbe”
Welîda bang li hêzên navdewletî kir ku bi heman sekin û destekdayîn dengê xwe bilind bikin û şerê dewleta tirk bidin sekinandin û wiha bi dawî kir : “Jixwe heta roja îro êrîşên dewleta tirk li ser Kobanê nesekinî ne û her dem jinên siyasetmedar û tekoşer ji xwe re hedef digre. Di heman demê de dixwaze berxwedaniya ku berî çend sala hatî kirin, hedef bigre. Her wiha dixwaze DAIŞ’ê careke din zindî bike da ku wan wekî kerta zextê li ser dewletên din bi kar bîne, hemû hewildanên xwe dike da ku DAIŞ tune nebe, ji ber ku tunebûna DAIŞ tê wateya tunebûna dewleta tirk. Bangewaziya me ew e ku sekin û destekdayîna ku ji aliyê cîhanê ve ji bo Kobanê hatî dayîn, li herêmên din jî werin dayîn. Û em bi hêvî ne ku dewletên navnetewî carek din helwesta xwe li beramberî êrîşên balafirên dewleta tirk ên ku rojane gelê sivîl bobebaran dike, bidin diyarkirin û van êrîşan bidin seknandin û berpirsyartiya xwe bighînin serî.”