Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 12’an de didome

Xelkê wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ev 12 roj in şev û roj bênavber li diji hewldanên artêşa Iraqê ku hewl dide bi têl û kûleyan derdora wargehê dorpêç bike li ber xwe didin.

Mexmûr – Artêşa Iraqê ji 20’ê Gulanê ve hewl dide derdora wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî  (Mexmûr) bi têl û kuleyan dorpêç bike. Ji bo vê jî bi sedan leşker, tevî wesayîdên zirxî wesayîdên kar şandine derdora wargehê. Artêşa Iraqê heya niha di vê daxwaza xwe de bi israr e. Xelkê Mexmûre jî li beramberî vê hewildanê bi israrek mezin berxwedana xwe didmîne.

Ev 12 roje xelkê Mexmûrê konê berxwedanê daniye bi şev û roj bê navber di şertê hewaya germ de nobetê digre û şevê din jî heta niha di konde nober girt û berxwedana wan berdewam dike.