Berxwedana xelkê Mexmûrê 7 roj e didome

Xelkê wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî (Mexmûr) ev heftiyeke li diji hewildanên artêşa Iraqê yên bi têl û kuleyan dorpêçkirina wargehê şev û roj li berxwe didin.

Mexmûr – Artêşa Iraqê ji 20’ê Gulanê ve hewl dide derdora wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan û kuleyan dorpêç bike. Ji bo vê jî bi sedan leşker, tevî wesayîtên zerxî wesayîtên kar şandiye derdora wargehê. Artêşa Iraq heya niha di vê daxwaza xwe de bi israr e. Gelê Mexmûre ji li beramberî ve hewildanê di berxwedaniya xwe de bi israr e.

Ev hefteyeke bê navber şev û roj di konên xwe ê berxwedanê de li beramberi gefên artêşa Iraqê û şert û mercên hewayê ya toz û germahiyê li berxwe didin.