Berxwedana xelkê Mexmur ev 4 roj e bê navber didome

Berxwedana xelkê wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê di roja 4’an de bi şev û roj bê navber dewam dike.

Mexmur- Artêşa Iraqê di 20’ê Gulanê de bi dehan wesayîtên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet, bend û têlên ji bo dorpêçê, hewl dan derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin. Li dijî hewldana artêşa Iraqê ya ji bo têlkirina derdora wargeha penbaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmur, berxwedana xelkê wargehê şev û roj bê navber dewam dike.

Hêzên Iraqê di roja yekem de bi çekan êrişî xelkê Wargeha Mexmûrê kirin û di encamê ciwanek bi guleyê birîndar bû û niha rewşa birindar baş e. Xelkê Wargeha Mexmûrê dijî hewldana artêşa Iraqê ev 4 roj e berxwedanek bê hempa nîşan dide.

Duh piştî şandek ji dayikên wargehê bi rayedarên Iraqê re civiya, xelkê wargehê carek din heya siharê di konên berxwedanê de di nobedê de bûn.

Tê payîn îro jî şandek wargehê bi rayedarên Iraqê re bicivin û daxwazên xwe pêşkêşî wan bikin.