"Berxwedana me li dijî dagirkeran berdewam dike "

Li dijî êrîşên dewleta tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê jinên ji Kobanê bi dirûşma “Bi rihê berxwedaniya Garê, wê serkeftin a hemleya gerîla Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê be", bi meşekê êrîş şermezar kirin.

Kobanê- Dewleta tirk ji 23'yê Nîsanê ve bi awayekî hovane û bênavber êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê dike. Bi çekên qedexekirî, êrîşên bejahî û hewayî li ser şervanên tevgera azadiyê bi kar tîne. Jinên Kobanê bi pêşengiya Rêxistina Kongreya Star êrîşên dewleta tirk li hemberî axa Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala Rêxistina Kongreya Star, pankartên bi nivîsa "Dem hatiye, azadî ji bo Rêber Apo" , "Wê komploger têk biçin û vîna azad bi ser keve" , "Ev şervanên azadiyê û rûmetê ne" , "Na, ji qirkirinê re, na ji komploya nû re", "Rêya we rêya me ye, armanca we armanca me ye" û "Her bijî her sê têkoşerên azadiyê", hatibûn hildan. Di meşê de meşvanan dirûşmên "Gerîla serê çiya, Apocî li her deran" hatin berzkirin. Meşê ji qada Jina Azad dest pê kir û li qada Şehîd Egîd rawestiya. Piştî meşê û deqeyek rêzgirtinê, Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Kobanê Raperîn Dêrîk axivî. 
"Dewleta tirk ber bi tunebûnê ve diçe" 
Raperîn Dêrîk bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û hevkariya PDK'e û got: "Em êrîşên dewleta tirk li ser xaka Başurê Kurdistanê, Mexmûr û Şengalê şermezar dikin her wiha tecrîda girankirî li ser Rêberê Apo bi awayekî tund şermezar dikin û em dibêjin hûn nikarin roja me tarî bikin. Em cenga bazên Zagrosê berxwedana şervanên azad silav dikin û em dibêjin qet xeman nexwin em li pişt we ne. Tê zanîn ku em bi komployeke nû re rû rû bi rû ne. Lê li hemberî vê yekê îro pergala dewleta tirk têk diçe lewre Erdogan her der kiriye qada şer."
"Dewleta tirk bûye wekî gurê devbixwîn"
Jina bi navê Wehîde Mihemed da zanîn ku dê faşîzma dewleta tirk têk biçe û şervanên tevgera azadiyê bi ser bikevin û wiha pêde çû: "Dewleta tirk bûye wekî gurê devbixwîn û bi Kurdan ketiye, li vir û wir, gefan dixwe em wek jinên ji Kobanê bi şervanên xwe re ne û em ê tu carî wan bi tenê nehêlin. Her çiqas dewleta tirk êrîşî ser herêmên me bike jî wê negihîje armancên xwe. Wê berxwedana me li dijî dagirkeran bidome heya ku em Kurdistanê azad bikin û Rêberê xwe di navbera xwe de bibînin."
"PDK Başûrê Kurdistanê difroşe"
Her wiha jina bi navê Litfiye Mehmud da zanîn ku bi saya têkoşîna şervanên azadiyê wê xaka Başûrê Kurdistanê nayê dagirkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev êrîşên ku li ser me tên kirin hemû bi alîkariya PDK'ê ye divê li vir PDK bizanibe çi dike û alîkariya kê dike û kê qetil dike. Em wek dayik vê yekê şermezar dikin û dibêjin heger yek ji şervanên azadiyê li çiyayên azad hebe jî wê Başûrê Kurdistanê neyê dagirkirin. Îro em daketine qadan ji bo ku em li vir bertek û helwestên li dijî dewleta tirk û hevkarên wî nîşan bidin."
"Gerîla zarokên me ne "
Herî dawî jî jina bi navê Semîre Hemze diyar kir ku divê dayik xwedî li zarokên xwe derkevin û wiha pê de çû: "Şerê ku îro li çiyayên azad tê kirin li ser tevahî gelê azadîxwaz e û komployeke nû ye. Îro ev şer, li ser zarokên me tê kirin divê em wek dayik xwedî li zarokên xwe derkevin û êrîşên dewleta tirk vala derxin."