“Berxwedana me di roja 233’an de dewam dike”

Malbata Şenyaşar a 233 rojin çalakiya “edaletê” dewam dike got: “Li Tirkiyeyê di bingeha vê rewşa nebaş a her qadê de bêedaletî heye.

Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû dewam dike. Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 233’emîn de didome. Malbat li “Quncê Edaletê yê Malbata  Şenyaşar” ê li pêş Edliyeya Rihayê dest bi nobeta xwe kirin.
Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya yê ev peyam parve kir: “Li Tirkiyeyê di bingeha vê rewşa nebaş a her qadê de bêedaletî heye. Ji bo bi hêviya ku em demekî nêzîk de vegerin dewleta hiqûqê berxwedana me ya li pêş edliyeyê di roja 233’yemîn de didome. HEQ! HIQÛQ! EDALET!”