‘Berxwedana me bi rih û vîna serkeftina Kobanê dewam dike’

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê, da zanîn ku ewê ji bo pêkanîna azadî û demokrastiyê û şikandina êrîşên li ser destkeftiyên şoreşê, bi rihê berxwedana Kobanê têbikoşin.

Kobanê – 15’ê Îlonê salvegera 11’an a êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser Kobanê ye. Çeteyên ku di 2014’an de êrîşeke dijwar birin ser Kobanê, di 26’ê Çileya 2015’an de ji ber ku berxwedana Kobanê ya bi heybet bi ser ket, têk çûn.

Bi vê mebestê Rêveberiya Xweser a kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Muzexaneya Berxwedanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de endam û nûnerên sazî, rêxistin, partî û dezghên kantonê amede bûn. Daxuyanî ji aliyê mamosteyê Zanîngeha Kobanê Aras Hiso ve hat xwendin.

Dixwestin Kobanê dagir bikin

Aras bi bîr xist ku 15’ê Îlona 2014’an salvegera êrîşên DAIŞ’ê ya li ser gund û bajarê Kobanê ye û wiha got: “Beriya 10 salan rojek mîna vê rojê DAIŞ’ê di sê aliyan de êrîş kir. Ew yek piştî êrîşên wê li ser Sûriyeyê û Îraqê û kontrolkirina wê ya li ser bajarên mezin ên mîna Reqa û Mûsilê pêk hat. DAIŞ’ê çek desteser kirin û hewl da bajarê Kobanê dagir bike. Yek ji planên êrîşa ku li ser Kobanê, tunekirina hebûna gelê Kurd û destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê bû. Her wiha ji ber ku ji Kobanê çirûska şoreşa Rojava destpê kir, dixwestin Kobanê dagir bikin.”

Kobanê bajarê yekemîn ku DAIŞ têk bir e

Aras diyar kir ku bajarê Kobanê berxwedanek bêhempa nîşan daye û wiha pê de çû: “Ne wek hemû bajarên din ku rastî êrîşên DAIŞ’ê hat, zarokên vî bajarî weke bendavekê li hemberî êrîşan sekînin, bi ramanên azad û îradeya bi hêz bûn, parastina doza rewa kirin û ala azadiyê rakirin. Ne tenê parastina welatê xwe kirin, wan parastina hemû cîhanê kirin û li pêşiya rêxistina terorîst in. Berxwedana 134 rojan a YPG û YPJ’ê êrîşên terorê têk birin û DAIŞ ji bajêr derxistin. Ji wir pêngava rizgarkirina hemû herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji rêxistina terorê destpê kirin. Kobanê bajarê yekemîn ku DAIŞ têk bir, ji wir bû destpêka dawîbûna rêxistina terorê ya di aliyê leşkerî de.”

‘Berxwedana mezin hestên mirovî di dilê azadîxwazan de herikand’

Aras destnîşan kir ku berxwedana bê hempa ya parêzvanên azadiyê di kolanên Kobanê de, hemû planên rêxistina DAIŞ û kesên li pişt wê disekînin têk birine û wiha got: “Tevî piştgiriya pir a ku terorê digirt, di nav de dewleta Tirk a dagirker, ku hemû sînorên xwe li pêşiya DAIŞ’Kobanê bajarê yekemîn ku DAIŞ têk bir vekir û hişt terorîst derbasî Sûriyê û Îraqê bibe, bajar wêran kirin û civaka Sûriyê jihev xistin. Berxwedana mezin hestên mirovî di hundirê her kesê azadîxwaz ê li hemû cîhanê herikand. Ji bo piştgiriya vê berxwedanê cîhan bû yek. Lewma jî, 1’ê Mijdarê wek Roja Cîhanî ya piştgiriya berxwedana Kobanê hate bijartin. Bi hezaran kes di wê rojê de daketin qadan û piştgiriya xwe bi Kobanê re nîşan dan.”

Piştgiriya Bakurê Kurdistanê

Aras da zanîn ku piştgiriya mezin a gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê di berxwedana Kobanê de bibîr tînin û got: “Berxwedana wan roleke sereke û pir girîng lîst ku berxwedana Kobanê bi ser bikeve. Heta niha êrîşên li dijî şoreşa 19’ê Tîrmehê û projeya demokratîk li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê berdewam in, dijminên azadiyê hewl didin tiştê ku DAIŞ’ê nekir, bike. Gefên li dijî herêmên me û projeya demokratîk, ji aliyê komên ku navên cûda li xwe kirin û bi heman hişmendiyê dixebitin ve, berdewam dikin.”

‘Projeya me yekane hêviya avakirina Sûriyeke nû ye’

Aras destnîşan kir ku şerê li dijî DAIŞ’ê hîn bi dawî nebûye, hîn şaneyên razayî yên DAIŞ’ê li her deverê hene, nav her demê de derdikevin. Aras wiha got: “Ew bê aramiya li Sûriyeyê diçewisînin, ji ber vê yekê divê şerê li dijî terorê dewam bike heta bi temamî tine bibe. Em teqez dikin ku dê berxwedana me bi heman rih û îradeya serkeftina di Kobanê de dewam bike heta pêkanîna azadî û demokrasiyê, û şikandina hemû êrîşên li dijî destkeftiyên şoreşê. Em bang li mirovahiyê û cîhanê dikin ku piştgiriya gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û projeya Rêveberiya Xweser bikin, ji ber projeya me yekane hêviya avakirina Sûriyeke nû ye. Rêveberiya Xweser îsbat kir ku ew nimûneya guncaw e ku pêşerojeya gelê Sûriyê mîsoger dike. Ji ber vê piştgiriya Rêveberiya Xweser, piştgiriya aramî û pêşeroja ronî ya Sûriyeyê ye. Di dawiyê de, em pakrewanên azadiyê ku bi xwîna xwe destanên qehremaniyê nivîsand bibîr tînin, em teqez dikin ku em ê li ser şopa şehîdên xwe bin heta pêkanîna azadiyê.

 Daxuyanî bi siloganên “Bijî berxwedana Kobanê” dawî bû.