‘Berxwedana li hemberî rêgeriyê nîşaneya serkeftinê ye’

Hevseroka TEV-DEM’ê ya Kantona Firatê Hedle Hesen bal kişand rêgiriya hikumeta Şamê ya li ser Şehba, Eşrefiyê û Şêxmeqsûd û got: “Armanca rejîma Sûriyeyê bi rêgeriyê valakirina herêmê ye, lê berxwedana gel hemû polîtîkayan vala derdixe.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê - Rejîma Baasê ji 23’ê Mijdarê ve rêgeriyeke dijwar li ser herêmên Şehba, Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ferz dike. Di encama dorpêça ku heta niha didome de, gel di nava şert û mercên gelek dijwar de dijî ku hemû pêdiviyên jiyanê diqedin. Li hemberî rewşa rêgeriyê, şêniyên ku di nava dorpêçê de dijîn berxwedaneke bênavber didin meşandin.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a kantona Firatê Hedle Hesen bertek nîşanî rêgiriya rejîma Beasê da.

‘Di hemû warên jiyanê de alozî heye’

Hedle Hesen di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa ku niha li Şehbayê tê jiyîn û got: “Rejîma Baasê rêgeriya li ser Şehba, Eşrefiye û Şêxmeqsûd berdewam dike. Ev ambargo bandoreke mezin li ser tevahî warên jiyanê kiriye ku em dikarin bibêjin pêdiviyên jiyanê ber bi tunebûnê ve diçin. Gel ji xwarin,  vexwarin, şîrê zarokan, sotemenî, amûr û dermanên girêdayî nexweşxaneyan bêpar e. Ev mijar jî bi taybetî di werza zivistanê de, rewşeke aloz ava dike û bi xwe re xeteriyên mezin tîne. Me dît di encama tunebûna xizmetên tendirustî de hinek zarokan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha zarokên biçûk ji ber tunebûna şîr birçî dimînin, kesên temenê wan mezin dikarin xwe îdare bikin lê yên herî zêde ji vê rewşê bi bandor dibin zarok in.  Rejîma Baasê polîtîkayek wisa dimeşîne ku gelê li herêmên dorpêçkirî neçarî koçberiyê bimîne û dest ji berxwedana xwe berde.”

‘Di dorpêçkirinê de lihevkirineke du alî heye’

Hedle Hesen di berdevamiya axaftina xwe de behsa armanca rejîma Sûriyeyê kir û got: “Em dizanin ku kesên li Şehbayê dijîn koçberên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk in lê ji bo ku ew ji bêhna axa xwe dûr nekevin hemû şertên rêgeriyê dijîn û hêviyên vegera Efrînê bi berxwedaneke mezin nû dikin. Lewre em dikarin bibêjin di vê mijarê de lihevkirineke diyar di navbera rejîma Baasê û dewleta Tirk de heye ku şêniyên Efrînê yên resen qir bikin û li şûna wan komên çete bi cih bikin. Çawa ku li Efrînê guhertinên demografîk tên çêkirin û çete tên bicihkirin, rejîma Sûriyeyê û dewleta Tirk dixwaze heman planê li Şehbayê jî pêk bîne. Rêgeriya ku pêk tê, yekser jinan û zarokan armanc digre. Tê zanîn ku yên pêwîstiyên jiyanê û malbatê bi cih tînin jin in lewre bi tunebûna derfetê jiyanê re jin jî astengiyan dijîn. Her wiha weke me anî ziman zarok jî para herî mezin ji vê dorpêçê digrin. Lê gelê me yê Kurd û bi taybetî jin wisa afrîner in ku têkoşîneke mezin didin nîşandan da ku malbatên xwe bidin jiyîn. Jinên Kurd di nava pêwendiyeke mezin de bi axa xwe re, di sekna xwe ya li hemberî rêgeriya rejîma Sûriyeyê di nava berxwedaneke di asta lutkeyê de ne.”

‘Li ber çavên cîhanê pîvan û mafên mirovî tên binpêkirin’

Hedle Hesen di dawiya axaftina xwe de rêxistinên mafên mirovan wiha rexne kir: “Mirov dikare bi taybetî balê bikşîne ser rewşa kesên ku di kampên berxwedanê de dijîn. Koçberên di kampan de ji her kesê zêdetir dijwariya rêgeriyê dijîn, rêxistinên ku hinek caran alîkarî ji bo wan didan jî niha dikarin xwe bigihîjînin wan. Li beramberî vê dorpêçê, em dibînin ku raya giştî û rêxistinên mafên mirovan di nava bêdengiyeke mezin de ne. Hêviyên me ji civaka navdewletî tune ne lê ji bo sazî û rêxistinên mafên zarokan û mirovan hene ku bikaribin bi erka xwe rabin û rêgeriyê bi tu şêwazî nepejirînin. Li herêmên dorpêçkirî, mirovahî li ber çavên hemû cîhanê tê binpêkirin û jiyana bi hezaran kesan di xeteriyeke mezin de ye. Bi vê wesîleyê hêviyên me ji bo sala nû ew e ku em bikaribin hemû herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin û gelê me vegere mal û warê xwe.”