Berxwedana li Îranê mezin dibe: Min jiyana xwe da vê riyê

Yek ji jinên ku pêşengtiya serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dike S.H.Q got, ‘Êdî tahamula min ya di bin zextan de mayînê nemeye, di vê rêyê de min jiyana xwe xist holê.’ û bang li jinan kir ku dakevin qadin.

HÎMA RAD

Sine – Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên ku bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destpêkirî rûxmê hemû zext, îşkence, girtin û darvekirina berdewam dike. Ew jinên ku beşdarî vê serhildanê bûne ji bo mafê xwe bi dest bixin li qadan in û dibêjin em di xwazin di welatek demokratîk û azad de jiyan bikin.

Yek ji wan jinên ku di serhildanên ku ketiye di meha xwe ya çaran de cih digre S.H.Q ye û diyar kir  ku di serhildanan de bi awayek aktîf cih xwe girt û alîkariya birîndaran dikir. S.H.Q ya 25 ku beşa perestarî dixwîne derbarê rola xwe ya di serhildanê de wiha got: “Di destpêka serhildanê de ez derneketim, lê belê ji bo beşdarbûnê ez mam benda li zanîngeha destpêkirina protestoyan, ji ber li zanînegehan dest bi protestoyan hate kirin. Destpêkê ez tirsiyam serhildan belav nebin û nebin girseyî. Di vê serhildanê de em bûn şahidê vê yekê ku her roj hinek komên din yên civakê beşdar dibin û ji bo şoreşê hêviyên me zêde dibe. Hemû beş beşdarî van protesto û girevan bûn û êdî tu beşê civakê ji vê rewşê ne razîne.”

‘Jin serhildanê dan destpêkirin’ 

S.H.Q bal kişand li ser serildana ku jinan daye destpêkirin û wiha dom kir: “Ez gelek keyfxweş im ku jin vê serhildanê dan destpêkirin. Baş tê bira min li Cadeya Firdefs jinan li Sine serhildanê dan destpê kirin. Dest dan destê hev û dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ berz dikirin. Qêrînên serhildanê li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê belav bû. Dirûşmeya serhildanê ji hembêza Kurdistanê derket. Ev tevgera jinan ne tenê di berjewendiyê jinan de ye, wê di berjewendiyê hemû civakê de be. Civak ev bi salen e ji aliyê desthilata otoriter ve tê perçiqandin û êdî di vê serhildanê de jin û mêr yeksan in.”

‘Min jiyana xwe da vê riyê’

S.H.Q diyar kir ku heta ku negihin ew azadiya ku xeyal dikin wê têkoşînê berdewam bikin û wiha got: “Mafê me heye em di Îranek azad û demokratîk de jiyan bikin. Li Îranê gelek kesên zanist û pispor û xwedî ezmun û bi pisporiya xwe dewlemendiyê ava bike tê de hene. Lê belê di komara Îslamê de tişta ke me ditî posportî ye. Rejîma Îranê ji derveyî hilweşandinê di tu mijarên din de ne pispor e. Di serhildanan de li dijî zilma rejîmê bi hemû ruhê xwe min şer kir. Êdî tehemûla min nemaye di bin zilma rejîmê de bimînim, min jiyana xwe da vê riyê. Di nava van mehan de min alîkariya birîndaran kir û ji bo ez wan derman bikim ez çûm malên wan.”

‘Divê hemû jin beşdarî serhildanê bibin’

S.H.Q bang li hemû jinên Îranê kir ku beşdarî serhildanê bibin û wiha got: “Divê jin bikevin ferqa mafê xwe de û beşdarî serhildanê bibin. Hêzên rejîmê dema ku hemû havalên min girtin û birin girtîgehê hêrsa min ewqas zêde bû ku êdî beşdarbûna xwepêşandanan têra min nekir, li dijî hêzên rejîmê ez giham wê qenatê ku bi destek vale şer nayê kirin.”