Berxwedana konê rumetê ya 98 rojan
Berxwedana konê Rûmetê ya gelê Şengalê di roja 98’an de ne. Jinên Şengalê yên di nava çalakiyê de diyar kirin ku heya asayişa wan fermî nebe dê çalakiya xwe bidomînin û dê ji derveyî zarokên xwe bawerî nedin tu hêzên din.
EVÎN ZENDA
Şengal - Di 9’ê Cotmeha 2020’an de carekdin Tirkiyê xwest bi rêya hikumeta Îraqê û Hikumeta Fereral a Başurê Kurdistanê PDK’ê fermanek nû bi ser Şengalê de bînin. Ev hêz li hev civiyan û peyîmanek di nava xwe de çêkirin. Beyî vîna gelê şengalê li ser şengalê dixwestin bidin ferzkirin, dema gel nerazîbûn nîşan bidin jî weke demên borî cardin bi fermanê ser de bên. Ji xalên hevpeyîmanê yên ji aliyê Dewleta Tirk, Hukumeta Iraq û PDK’ê ve li ser Şengalê hatiye erêkirin jî rakirina ewlehiya hindirîn ya gel bû ku ev hêz ji zarokên vî gelî pêk tê. Dema ku mediyayê de li hevkirina van hêzan li ser Şengalê hat bihîstin gelê Şengalê nerazîbûna xwe nîşan da û diyar kir ku dê bi tu awayî vê peymanê nepejirîne. Ji bo pirotestokirina helwesta hêzên di nava peyîmanê de cîh girtine û xwedîderketina li asayîşa xwe li Navenda Asayîşa Şengalê kon vedan û dest bi çalakiyê kirin. Çalakî bênavber 98 roje bê navber dom dike.
“Ji derveyî Zarokên xwe em bi tu kesê Bawer nakin”
Peyama welatiyên Şengalê eve: “Bi hezaran hêzên Îraq û PDK’ê berî fermanê li vir bûn û em ne parastin. Piştî kû Gerilayên Rêber Apo bi hewara me hatin û li me xwedî derketin êdî me hêz girt û karî li ber xwe bidin. Bi baweriya ku me ji wan girtî, me ji nûve hêzên xwe yên Asayişê, YBŞ û YJŞ’a xwe avakir. Ev 6-7 salin zarokên me me diparêzên. Ji vê saetê û pêde ji derveyî hêzên me baweriya me bi tû hêzên din nayên, ji bo wê heya em asayişa xwe fermî nekin em wê dev ji çalekiya xwe bernedin.”
“Bila li bendê nebin ku em carekdin ji wan bawer bikin”
Çalakvana bi navê Heyat Şengal di derbarê beşdarbûna xwe ya çalekiya konê rûmetê de ev nirxandin kir: “Hukumeta Iraqê heya niha jî Asayişa me weke hêzeke Iraqê qebûl nekiriye. Çima napejirînin? Tû sedemên wan nîne ji ber ev 7 sale asayişa me, me diparêze û em tenê pişta xwe dispêrin wan. Di fermana 2014’an de hêzên weke Iraq û PDK’ê di gotin ‘hun di bin ewlehiya me dene’ em hiştin û reviyan bila ji me carekedin baweriyê hêvî nekin em carek din baweriya xwe bi wan na înin. Ji derveyî zarokên xwe û ciwanên xwe em bi tukesê din bawer nakin. Her car tên û dibêjin bila asayiş ji vir derkevin yan jî bila çek û cilên xwe deynin. Em guh nadin van gotinan ji ber ewê werin cihê asayişa me wê disa pêşerojek metirsî dar li pêş me be, em vê yekê naxwazin. Em ji wan re dibêjin di vê ew ji bajaran derkevin cihê wan sinorin ne nava bajêr. Baweriya milet bi wan nayê ji ber dizanin şerek çêbibe ew wê cardin baz bidin. Ew xwe li ber gelê me nadin kûştin. Heya em asayişa xwe fermî dikin, em wê çalekiyên xwe berdewam bikin.”
“Em dayikên Şengalê bi asayişa xwe re ne”
Endama Meclisa Şengalê Amîna Şengal jî di derbarê çalekiya wan a 98 rojan de wiha got: “Hukumeta Iraq û hevalbendên wê hertim ji bo rewşa gelê Şengalê bêxin metirsiyê gefan li me dikin. 98 roje ji bo li beramberî wan gefan me çalekiya konê rometê daye despêkirin. Ew naxwazin asayişa me fermî bibe ji bo Şengal negihêje aramihê her tiştî dikin. Weke gelê Şengalê em tenê bi zarokên xwe bawerin, ger ne ji zarokên me be em nekarin rehet bijîn bi saya wan em aramin. Divê zarokên vê axê parastina me bikin em wê heya dawî jî li gel asayişa xwe bin. Em nahêlin kesek were ser ax û ava me bisekinin. Em tenê bi hêzên xwe bawerin û bi wan serbilin din.”